Komek ji ciwanên Kurd li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li hev kom bûn û êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê û Zînî Wertê şermezar kirin.
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Ciwan di çarçoveya pêngava ‘Nehêle’ de li hev kom bûn û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan.
Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên “Kujer Erdogan” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn.