Li şikeftên Bacho Kîro yê li herêma Gabrovo ya Bûlgaristanê beriya niha bermahiyên mirovê herî kevn ê li Ewropayê hatibûn dîtin. Di kar û lêkolîna beriya niha de hatibû tespîtkirin ku mirovê herî kevn ê li vê herêmê beriya 43 salan jiya bû. Lê belê nehatibû fêhmkirin ku ew cûreyê vê serdemê Homo Sapîens bû an jî Neaderthal bû.

EWROPIYÊ HERÎ KEVN BERIYA 46 HEZAR SALÎ JIYA BÛ

Ji ber avhewaya xwe ya sar, tê zanîn ku koça mirovan a di ser Rojhilata Navîn re ya ji Efrîkayê ber bi Ewropayê gelekî bi derengî çêbû. Halbûkî pêla koçberiyê ya mirovan a ji Efrîkayê herî kêm beriya 80 hezar salî dest pê kiribû.

Enstîtûya Max-Planck a li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê û antropologên li Bûlgaristanê têkildarî mijarê karekî hevpar kirin û encamên wê jî li kovara Natûre hatin weşandin. 

Li gorî gotarê, parçe û bermahiyên mirovan ên li şikefta Bacho Kîro hatine dîtin gelekî kêm in. Li gorî vê yekê diranê 5 kesan û gelek parçeyên hestiyan hatin dîtin. Nehate zelalkirin ku ev yek bermahiyên cûreyê Homo Sapîens ên beriya 45-46 hezar salî jiya bûn an na.

JI TEXMÎNAN ZÛTIR DERBASÎ EWROPAYÊ BÛNE

Şikefta Bacho Kîro ku yekemcar sala 1890’î hate keşifkirin, ji ber bedewiya xwe ya xwezayî qadeke tûrîstîk bû. Sala 1930’î lêkolînên arkeologekî Îngiliz bêencam ma. Piştre pisporên Polonyayî dest bi kar kirin û çengek mirovan, her wiha parçeyên cuda yên mirovan dîtin. Hatibû tespîtkirin ku parçeyên hatine dîtin ji wê demê ne ku cûreyê Homo Sapîens diketin şûna Neaderthal.

Di karê dawî de jî tevî bi hezaran parçeyên hestiyan hin amûrên birînê hatin dîtin ku wê demê ji aliyê mirovan ve dihatin bikaranîn. Bi saya rêbazên nûjen ên lêkolînê, eşkere bû ku ev yek ên dema navbera 45 hezar û 820 salî û 43 hezar û 650 salî ye. Her wiha tê destnîşankirin ku ji aliyê potansiyelê ve ev bermahiyên hatine dîtin dibe ku ji dema beriya 46 hezar û 940 salî ve mabin.

Rêveberê lêkolînê Jean-Jacqûes Hûblîn got, “Karê me nîşan dide ku mirovê nûjen ji texmîna me zûtir hatine Ewropayê.”