Berdevkê waliyê wîlayeta Nangarharê Ataûllah Hogyanî got, “Saet derdora 11:00 êrişkarekî bombeyî di merasîma cenaze de teqemeniya li ser xwe teqand.”
Berdevk got, “Li gorî agahiyên destpêkê 40 kes mirine û birîndar bûne.”
Saet di 10:00 de jî li paytext Kabîlê li dijî Nexweşxaneyeke Doktorên Sînornenas êrişeke çekdarî pêk hatibû. Hêzên taybet ber bi herêmê ve hatin şandin. Têkildarî êrişê agahiyên berfireh bi dest neketin.