Di dengdana îşev ya parlamentoya Iraqê de namzetê YNK’ê Dr. Berhem Salih ji bo Serokkomariya Iraqê hate hilbijartin. Salih di tûra yekem de 165 deng girt û di tûra duyemîn de Jî bi 219 dengan bû Serokkomarê nû yê Iraqê.

Parlamentoya Iraqê îşev ji bo hilbijartina Serokkomarê Iraqê civiya. Seat 20:00’an ji bo hilbijartina serokkomariyê dengdan destpêkir. Di tûra yekemîn de ji ber ku tu namzetekê 220 deng negirt hilbijartina serokkomariyê ma tûra duyemîn.

Piştî demeke kurt di tûra duyemîn de dengdayîn hate kirin, namzetê Serokkomariya Iraqê yê YNK’ê Dr. Berhem Salih 232 deng girt û bû Serokkomarê nû yê Iraqê. 242 parlamenter beşdarî dengdanê bûn.

Namzetê PDK’ê Dr. Fûat Huseyînî yê dijî Salih kete pêşbaziyê di tûra duyemîn de tenê 10 deng girt.