Yekîtiya Mafên Mirovan a Neteweyî (IGFM) ji bo berdana siyasetmedara Kurd Gulser Yildirim nameyek ji Erdogan re şand.

Yekîtiya Mafên Mirovan a Navneteweyî (ÎGFM) ku li qada navneteweyî yek ji saziyên civakî yên sivîl ên naskirî ye, ji bo berdana parlamentera berê ya HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim kete nava liv û tevgerê. ÎGFM’ê bi wesîleya 10’ê Gulanê Roja Dayikan, 5 jinên girtî yên wêrek ragihand ku yek ji wan jî Yildirim bû. ÎGFM’ê ji bo Yildirim nameyek ji Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re şand.

Ji bo  Yildirim ku 4’ê Mijdara 2016’an bi sûcdariya ‘endametiya rêxistinê’ hate girtin û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, ÎGFM’ê ji Erdogan xwest ku Yildirim serbest berde. Nameya ku mohra rêvebera ÎGFM’ê Vasîlîs Pavegos li binî ye, di malpera înternetê ya saziyê de hate weşandin.

BANGA JI BO ‘VEGERA LI DEMOKRASIYÊ’

Di nameyê de qala jiyan û têkoşîna Yildirim hate kirin û ev bang hate kirin: “Ji ber şert û mercên girtîgehê ku ji ber vîrûsa koronayê giran bûne, em dixwazin ku dayika çar zarokan Gulser Yildirim bê berdan.” Di nameyê de hate bibîrxistin ku Yildirim di salên 2011 ‘û 2015’an de ji Mêrdînê bû parlamenter û banga “Li welatê xwe ji nû ve demokrasiyê pêk bînin” li Erdogan hate kirin.

Di nameyê de hate ragihandin ku Tirkiyeya xwe gihandiye demokrasiyê wê bibe partnerekî ji dil û xurt ê Ewropayê û hate gotin, “Berdana Gulser Yildirim û girtiyên siyasî dikare bibe destpêka vê pêvajoyê.”

ÎGFM ku navenda wê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê ye ji sala 1972’an û vir ve weke saziyeke civaka sivîl a navnteweyî ya li derveyî hikumetê dixebite. Rêxistina ku li 26 welatan tevna xwe ya rêxistinî heye her wiha li tevahiya cîhanê 35 hezar endamên xwe hene.