Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li qadên Avaşîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê û qada Şêx Cûma ya Bedlisê barandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî weşand:
LI BEDLÎSÊ 3 GERÎLA ŞEHÎD BÛN
“23’ê Adarê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombardûman li qada Şêx Cûma ya Bedlîsê kirin. Ji ber bombardûmanê 3 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bên eşkerekirin.
HERÊMÊN ZAP Û AVAŞÎNÊ HATIN BOMBEKIRIN
13’ê Gulanê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker saet di 15:00 de qada Şikefta Birîndaran a herêma Zapê û saet di 13:00 û 20:30 de qada Tepê Sor a herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.”