Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst dest danî ser şaredariyên HDP’î yên Sêrt, Misric û Hawêlê.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst dest danî ser şaredariyên HDP’î yên Sêrt, Misric û Hawêlê û qeyûm tayîn kir.
Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, Hevşaredarê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Hevşaredarê Misricê Baran Akgul ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hate bicihkirin.
Li Şaredariya Sêrtê walî Alî Fûat Atîk, li Şaredariya Hawêlê qeymeqam Mehmet Tûnç û li Şaredariya Misricê jî qeymeqam Îhsan Emre Aydin weke qeyûm hatin bicihkirin.
Polîsên Tirk dor li avahiyên şaredariyan girtine.