Li welatên Ewropayê ku şewba vîrûsa koronayê lê bi bandor e, nexweşiyeke zarokan rû da ku navê PIMS’ê lê hatiye kirin. Hejmara zarokên bi vê nexweşiyê ketine gihîşt 230 kesî.

Piştî rûdana vîrûsa koronayê û belavbûna wê li cîhanê, bi zarokên kêmî 5 salî re şewbeke nû der bûye ku dişibe nexweşiya ‘Kawasakî’. Belavbûna vê nexweşiyê ku li welatên rojavayî rû da, pisporan dixe nava fikaran.

Ev nexweşî bi giranî li zarokên kêmî 5 salî, kêmcaran li zarokên kêmî 9 salî rû dide. Zarokên bi vê nexweşiyê dikevin canê wan disincire, çermê wan sor dibe, diwerime, tansiyona wan kêm dibe û di hilmstandinê de zor û zehmetiyan dikişîne. Piştî Îngilistan, Spanya, Îtalya, Swîsreyê li Elmanyayê jî ev nexweşî belav bû.

Li gorî Navenda Kontrolê û Pêşîgirtina li Nexweşiyan a Ewropayê (ECDC) heta niha li welatên Yekîtiya Ewropayê 230 zarok bi vê nexweşiyê ketine.

Sira PIMS’ê ku bi taybetî li Îtalya û Îngilistanê bû sedema mirina zarokan, hîn nehatiye fêhmkirin.

Li gel semptomên nexweşiya “Kawaskî” ku sala 1960’î rû da, di vê şewbê de zikê zarokan diêşe û vedireşe. ECDC diyar kir ku lêkolînên têkildarî nexweşiyê dewam dikin û ragihand, ku li gorî gelek daneyan ev nexweşî bi Covîd-19 re derkete holê. Li gorî ECDC gelek zarokên bi vê nexweşiyê ketine testa wan a korona jî pozîtîf in û destnîşan kir ku piştî agahî hemû kom kirin wê karibin nirxandineke berfireh bikin.