Nerazîbûna li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’î didomin. Li Fransa û Elmanyayê ciwanan zîhniyeta dagirker a AKP-MHP’ê şermezar kirin. Li bajarê Bern ê Swîsreyê jî şehîd hatin bîranîn.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Azad (JCA) li bajarê Toûloûse yê Fransayê daketin qadan û desteserkirina şaredariyên HDP’î şermezar kirin. Çalakî li qada Jean Jaûresê pêk hat û pankarta bi nivîsa “Dîktator Erdogan rawestînin”, “Qeyîm rejîma darbeyê ye” û “Dest nede îradeya me” hate hildan.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê aktîvîstên TCŞ û JCA’yê bi heman armancê çalakiya protestoyî li dar xistin.

Ciwan di çarçoveya pêngava “Nehêle” de meşiyan û pankarta bi nivîsa “Li dijî faşîzma Tirk serî hilde” hildan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan û dirûşmên “Erdogan ê faşîst” û “Azadî ji Ocalan re” hatin qîrîn.

DRANCY

Li banliyoa Drancy a paytexta Fransa Parîsê jî desteserkirina şaredariyên HDP’î bi meşekê hate şermezarkirin. Ciwanan pankarta “Erdogan ji Kurdistanê bicehime” hildan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Dagirkeriyê nehêle” û “TC a faşîst ji Kurdistanê bicehime” qîriyan.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê pankarta bi nivîsa “Vîrûsa Erdogan ji Kurdistanê bicehime” û “Em Qendîlê bi hev re biparêzin” li Schwaebîch Gmunde hate daliqandin.

BERN

Li bajarê Bern ê Swîsreyê jî şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Bi organîzeya TCŞ û Womend Defend Rojava Swîsre li bajarê Saînt Imîerê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.