Meclîsa Ciwanan a HDK’ê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karker, her çar şoreşgerên 18’ê Gulanê di salên cuda de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di 18’ê Gulana 1973’an de hevrê Îbrahîm ku li êşkencexaneyan ‘serî da lê sir neda’, bû şehîdekî ku îdealên paqij ên mirovahiyê temsîl dike û ji meşa şoreşê re bû pêşeng.”
Meclîsa Ciwanan a HDK’ê bal kişand ser Hakî Karer ku 18’ê Gulana 1977’an li Dîlokê ji aliyê rêxistina bi tarî ya bi navê ‘Stêrka Sor’ ve hate qetilkirin û diyar kir, “Dema ku hate qetilkirin 27 salî bû û bû sembola wê yekê ku bêderfetî nas nekir, di her şert û mercî de derfet afirand û bû nîşaneya kevneşopiya piştevanî û doza azadiyê ya gelan. Bû hinceta şoreşeke mezin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên ku têgihiştina, teslîmiyet dibe xiyanet, berxwedan dibe serketin pejirandin, di nava şert û mercên herî giran ên teslîmiyet û hewldanên serîtewandinê de li dijî qirêjiya bêrûmetiyê ya xiyanetê bedena xwe dan ber agir û mirovahî bi vî rengî parastin.”
Meclîsa Ciwanan a HDK’ê destnîşan kir ku wê vê sekna qewîn ti carî tawîzê nedin û li dijî faşîzmê rêxistiniya xwe mezin bikin.