Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) civîna Meclîsa Giştî ya 3’emîn a Serdema 10’an li dar xist. Di civînê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkete pêş û hate xwestin ku divê tecrîd bi dawî bibe.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 17’ê Gulanê de civîna Meclîsa Giştî ya 3’emîn a Serdema 10’an li dar xist. Hate diyarkirin ku ji ber koronavîrusê civîn li ser înternetê hatiye kirin. Hate diyarkirin ku Meclîsa Giştî pirsgirêkên siyasî û civakî nirxand û hin biryar stendiye.
DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE
HDK’ê bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku, “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pandemiyê de bêtir giran bûye. Ev tecrîd û îzolasyona li Îmraliyê ne dûrî polîtîkayên şer in. Bi bidawîbûna tecrîdê re wê aştiya navxweyî pêk were.”
BI RÛXANDINA GORAN RE DIXWAZIN BÎRA CIVAKÊ TUNE BIKIN
HDK’ê got ku “Ev serê çend mehan e ku li Kurdistanê êrîşên sîstematîk tê kirin, li pêş çavê malbatan goristan tên rûxandin. Rûxandin û hilweşandina goristanan tê wateya ku nasname û bîr were tunekirin.”
HDK’ê bal kişand ser pêvajoya dawîn a siyasî û got ku “Tu nêta desthilatdariyê tuneye ku bi hilbijartinê re biçe. Ji ber vê jî divê mirov nakeve xeyalan ku wê desthilatdarî bi hilbijartin û krîzê bi xwe re hilweşe. Têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan wê karibe desthilatdariyê hilweşîne. Ji bo avakirina vê têkoşînê divê di hişê hêzên muxalefetê de zelalbûnek hebe. Ji bo avakirina tifaqa hêzên demokrasiyê û xurtkirina torên hevgirtinê em bi vê ferasetê nêzî berpirsyariya xwe dibin.
Em diyar dikin ku ji bo serweriya serdestan bi dawî bikin, di her şertan de em ê têkoşîna avakirian jiyana nû bidomînin.”