Li selexaneya Dîssenê ya eyaleta Saksonyaya Jêr a Elmanyayê testa 92 xebatkaran a koronayê pozîtîf derket. Li gorî rayedarên herêmê hilberîna li fabrîkeyê hatiye sekinandin û wan mirov xistine karantînayê.

Di serê meha Gulanê de li Elmanyayê li Coesfelda eyaleta Ren Vestfalyayê di 183 karkeran de vîrusa koronayê hatibû tespîtkirin.

Di meha Nîsanê de jî li selexaneya Rheînland Pfaltzê jî 300 karker bi vîrusa koronayê ketibûn. Li selexaneyeke Schleswîg-Holsteînê jî 100 nexweş û li ya Bavyerayê jî 60 nexweşên koronayê hatibûn tespîtkirin. Rayedaran diyar kirin ku li Dîssenê piraniya karkeran bi peymanên taşeronê dixebitin û beşeke van karkeran ji ber pirsgirêkên hîjyenê û nêzbûnê di malên komî de dijîn.

Li Fransayê roja Yekşemê jî li du selexaneyan testa koronayê ya 100 kesan pozîtîf derketibû.

Li DYE’yê jî ji ber nexweşiyan gelek selexane hatin girtin. Roja Çarşemê jî mufetîşekî li ser selexaneyan ji ber vîrusê miribû.