Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî careke din nerazîbûn nîşana hebûna artêşa Tirk di nava axa Iraqê de da û dazanîn ku ew qebûl nakin artêşa Tirk di nava Iraqê de bimîne û got, “Em destûr nadin Enqere mûdexeleya karên navxweyî yên Iraqê bike û qebûl nakin ku artêşa Tirk di nava axa Iraqê de bimîne. Em niha hewl didin herêmê ji şerên metirsîdar biparêzin.”
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî ji televîzyona Rusya Today re axivî û nirxandinên girîng kir. Ceferî li ser dagirkeriya artêşa Tirk a di nava axa Iraqê jî axivî û careke din helwesta Iraqê ya li hember binpêkirinên Tirkiye eşkere kir.
Ceferî dazanîn ku hewl didin nakokiyên li herêmê çareser bikin û Iraqê ji şerên metirsîdar biparêzin û got, ji ber vê jî divê artêşa Tirk di nava axa Iraqê de nemîne.
Ceferî li ser danûstandinên Iraq û Tirkiyê jî diyar kir ku ew dixwazin weke welateke cîran peywendiyên wan yên baş li gel Tirkiyê hebe, lê di heman demê de hişyarî da Tirkiyê û got, “Bes em qebûl nakin ku Enqere destwerdan li karên navxweyî yên Iraqê bike. Her wiha em rê nadin leşkerên Tirkiye di nava axa Iraqê de bimîne.”
Îbrahîm Ceferî di dewama axaftina xwede bêykû navê Îranê bilêv bike, helwesta xwe ya ji bo dorpêça hêzên navnetewî ya li ser Îranê jî eşkere kir û wiha got, “Ne raste rast ne jî bi awayeke nerasterast em bi tu awayî beşdarî ti dorpêçek nabin. Ji ber Iraq divê mijarê de xwedî ezmûnên bi êş e. Em baş dizanin dorpêç çine .Ti berpirsek ji dorpêçan zirarê nabîne, lê beriya her tiştî xelkên mazlûm, zarok, kal û pîr ji dorpêçan zirerê dibînin.”