Partî û saziyên Kurdan ên li Ewropayê li ber desteserkirina şaredariyên HDP’î rabûn û li dijî desteserkirina îradeya gel banga berxwedan û têkoşînê kir.

Partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê daxuyaniyeke hevpar weşandin û desteserkirina 5 Şaredariyên HDP’î şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dewleta Tirk a faşîst-mêtînger a dagirker ku dijminê Kurdan e, êrîşên xwe yên leşkerî li çar parçeyên Kurdistanê didomîne. Li Bakur, Başur, Rojava bombeyan dibarîne, her roj jin, zarok, extiyar; mirovên me qetil dike, xwezaya Kurdistanê talan dike.”

Sazî û partiyan bal kişandin ser zêdebûna kiryarên faşîst ên di vê dema şewbê de û destnîşan kirin ku rejîma Tirk a faşîst bi van êriş û nêzîkatiyên xwe Tirkiye kiriye zindan, Kurdistan jî kiriye dojeh.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gelê Kurd di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2019’an de careke din dersa pêwîst da dewleta Tirk a faşîst û hate gotin, “Tevî gefên Erdogan ku digot ‘Em ê qeyûm tayîn bikin’ û li gel zext û zordariyê jî gelê me 65 şaredarî qezenç kir. Lê belê rejîmê demeke kurt piştî hilbijaritnê careke din dest danî ser şaredariyên HDP’î yên li Kurdistanê. Yek bi yek avêt ser şaredariyan, şaredar û rêveberên hilbijartî girt; piraniya şaredariyên di hilbijartinên 31’ê Adarê de hatin bidestxistin, desteser kir. Çeteya AKP/MHP’ê ku serkêşiyê ji dewleta Tirk a faşîst mêtinger re dike, herî dawî şaredariyên HDP’î yên Sêrt, Misric, Hawêl û Vartînîsê bi zorê desteser kir.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hevşaredarên li şûna wan tayîn hatin danîn, hatin girtin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Wezareta Karên Hundir a Tirk a faşîst di dema şewbê de bênavber qeyûm tayîn kir… Hejmara şaredariyên gelê me yên qeyûm li wan hatine bicihkirin di nava salekê de gihîşt 53 şaredariyan. Ji 65 şaredariyên gelê me tenê 12 man ku nehatine desteserkirin.

‘YEKANE ŞAREDARIYA BAJÊR A NEHATIYE DESTESERKIRIN QERS E’

Şaredariyên ku di destê gelê me de mane wiha ne: Semsûr; Komur, Agirî; Bazîd, Giyadîn, Patnos, Amed; Çinar, Pîran, Xarpêt; Sarican, Erzîrom; Qereçoban, Îdir, Xoşxeber, Qers, Şirnex; Silopiya, Balveren. Yekane şaredariya bajêr a HDP’ê ku qeyûm lê nehatiye bicihkirin Qers e.”

Di daxuyaniyê de bêdengiya partiyên mûxalefetê ya li pêşberî van êrişan hate bibîrxistin û hate gotin, “Yekane tişta ku êrişên dijmin têk bibe, bêguman berxwedana bi biryar a gelê me ye. Li gel vê yekê gelê Tirk û gelên din ên daxwaza demokrasiyê dikin, divê li dijî rejîma faşîst mêtinger a êrişê dibe ser Kurdistanê, piştevaniya gelê me bikin, tifaqê bikin, li dijî desteserkirina îradeya gelê me dengê xwe bilind bikin û li ber xwe bidin.

Dîktatoriya AKP/MHP’ê bi mejiyê xwe yê faşîst û talanker, rejîmeke darbeyê ye. Darbekar jî dijminê demokrasiyê ne, bi taybetî dijminê îradeya gelê me ya li hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ev karakterê dewleta Tirk bi ‘Efûya Bahçelî’ ya dawî bêhtir eşkere bûye. Rejîma ku şefên mafyayê û sûcdarên adî berda, girtiyên siyasî ku piraniya wan Kurd in di nava zilm û şewbê de hişt.”

Partî û saziyan destnîşan kirin, dewleta Tirk baş zane ku polîtîkayên tundî û zextê li Bakurê Kurdistanê nikare encamê werbigire û diyar kirin, “Lê belê ji bo têkçûna xwe rawestîne û desthilatdariya xwe bidomîne di tundiya faşîst û polîtîkayên êrişkariyê de israr dike. Bi êrişên faşîst, destgîrkirin û girtinê îradeya gelê Kurd ti carî nayê şikandin, gelê me wê êrişên dewleta faşîst mêtinger li her parçeyekî Kurdistanê têk bibe û mêtingeriya TC’ê û faşîzmê zû yan jî dereng ji holê rake.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrişên dewleta Tirk ne tenê li Bakur û Rojava ne û hate gotin, “Ji zûdeyî êrişê dibe ser Başûr jî. Li Başûr êrişên hewayî û operasyonan dike. Başûrê Kurdistanê ji aliyê aborî, polîtîk û dîplomatîk ve hewl dide tengav bike. Li wê derê gelek baregehên xwe yên leşkerî hene. Niha jî hewl dide Kurdên li Başûrê Kurdistanê li hemberî hev rake. Bi taybetî li Zînî Wertê plana ‘birakujiyê’ dixwaze bixe meriyetê.

Em bang li gelê xwe yê li Başûr û rêxistinên Kurdistanî hemûyan dikin ku vê plana dewleta Tirk a faşîst bi hev re têk bibin.

Roj roja yekîtiyê ye. Em li çar parçeyan piştevaniya neteweyî, yekîtiya neteweyî ava bikin. Em berjewendiyên bingehîn ên gelê xwe nekin qurbanê hesabên biçûk. Roj ew roj e ku em berjewendiyên xwe yên neteweyî di ser her tiştî re bihêlin. Tenê bi vê seknê têkoşîn li çar parçeyan dikare bi ser bikeve.”

PARTÎ Û SAZIYÊN KURDISTANÎ YÊN MOHRA XWE DANÎNE BINÊ DAXUYANIYÊ

Partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê wiha ne:

YNK (Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê)
Tevgera GORRAN
KCDK-E (Kongra Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê)
TJK-E (Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê)
Partiya ŞÛÎ – Başûr
Partiya Zahmetkêşan – Başûr
PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan)
Tevgera Azadî
PYD (Partiya Yekîtiya Demokratîk)
P.D.K.S (Partiya Demokrat a Kurd a li Sûriyeyê)
Partiya Çep a Kurd li Sûrî
Tevgera Nûjen a Kurdistanî- Sûriye
PÇDKS (Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê)
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê ( El Partî)
Partiya Çep a Demokrat li Sûriyeyê
Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriya.
Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriyeyê
Partiya Demokrat a Kurdistanî li Sûriyeyê
Partiya Komanist a Kurdistanî li Sûriyeyê
PÎK (Partiya Îslamî ya Kurdistanê)
KKP (Partiya Komunîst a Kurdistanê)
Tevgera Kawa
PJAK (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê)
Yakyatî Şorşgêrî Kurdistan
KODAR (Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê)
KJAR (Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê)
Platforma Horam
Plattform Zagros
Plattform Yarsan
Yarî Kurd
Tevçand (Tevgera Çand û Hunerê ya Kurd)
Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V
FEDA (Federesyona Elewiyên Kurdistanê)
NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiyan)
Kurdische Zentrum Berlin
CIK (Civaka Îslamî ya Kurdistanê)
Enstituta Kurdî – Almanaya
Enstituta Kurdî – Bruksel
MŞD (Meclîsa Şengal a li Derveyî Welat)
YMK (Yekîtîya Mamostayên Kurdistanê)
YES (Yekitiya Êzdiyên Sûriyeyê)
Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn
Dachverband der Êzidischen Frauenräte
DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden
Kongreya Gel a Mezopotamyayê
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê
Kurdistan human rights Association