Zerdeştiyên Herêma Kurdistanê bêdengiya aliyên Kurd a li hember tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan rexne kirin û bang li gelê Kurd kirin daku ji bo azadiya Ocalan yekîtiya xwe ava bikin. Zerdeştiyan da zanîn ku Ocalan daxwaza azadiya gelê Kurd dikin, ji bo wê divê herkes ji bo azadiya Ocalan rabe ser piyan.

Tecrîda li ser Rêber Abdulah Ocalan her ku diçe giran dibe. Dewleta Tirk nahêle malbat û parêzerên Ocalan serdana greva Îmraliyê bikin. Gelê Kurd li hemberî tecrîdê neraziye û roj bi roj li her çar parçeyên Kurdistanê çalakî tên lidarxistin. Li ser vê mijarê zerdeştiyên li Herêma Kurdistanê ji RojNews re axivîn.

Nûnera Zerdeştiyan ya  li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yên Herêma Kurdistan Awat Zerdeştî diyar kir ku Ocalan daxwaza azadiya gelekê dike, ji bo wê divê hemû Kurd bi yek deng daxwaza azadiya Ocalan bikin. Ev jî tenê bi yekîtiyê wê çêbibe.

Awat balkêşa ser fikrê Ocalan û got; “Raste niha Rêber Apo di zindanê deye, lê ger 100 salên din jî di zindanê de be, ne Erdogan ne jî yên wekî Erdogan nikarin fikrê Ocalan bêxin zindanê de. Niha ciwanên me pirtûkên Rêber Ocalan dixwînin, ji ber ku pirtûkên wî fikrên azadî û netewîne. Behsa fikrê baş û Kurdiniya baş dike. Yê ku cara yekem cûdahiya di navbera rêgezan de nehêlayî Rêber Ocalane. Ocalan girîngî da şoreş û fikrê jin û ji bo azadiya jinan karkir.”

Awat balkêşa ser hewldanên Zerdeştiyan yên ji bo azadiya Ocalan û wiha domand; “Me weke Zerdeştî, komek bi olên din re çêkiriye, herwiha me gelek daxwaznameyên li ser azadiya Ocalan radestî sefaretxwaneyan jî kiriye.”

‘Bêdengî tê wateya razîbûnê’

Asrewan Qadrok ê li Perestgeha Zerdeştiyên Kurdistanê jî li ser heman mijarê axivî û helwesta aliyên Kurd ya li hemberî azadiya Ocalan rexne kir û got; “Aliyên Kurd weke pêwîst ji bo azadiya Ocalan kar nakin, bêdengî tê wateya razîbûnê. Pêwîste hemû Kurd ji bo azadiya Ocalan bibin yek deng. Ji ber ku Ocalan dengê azadiya gelê Kurde û sembola aştî, berxwedan û şoreşê ye.”

Rêveberê Rêxistina Yesna ya ji bo pêxşistina feslefeya Zerdeştiyê  Azad Seîd jî balkêşa ser fikr û feslefeya Ocalan û got; “Fikir û felsefeya Rêber Ocalan ji bo mirovahiyê, bandorek mezin çêkir. Ji bo vê ev yek bû sedem ku komployek navnetewî li dijî Ocalan pêkbê û bêgirtin. Her aliyek yên Kurd dibin bandora welatek ji derve dene, ji bo vê li hemberî girtina Ocalan bêdengin. Divê hemû gelê Kurd ji bo azadiya Ocalan zextê li dewletan bikin.”