Li tevahiya cîhanê welatê ku vîrûsa koronayê herî zêde veguherandiye şerekî taybet û li dijî civakê weke şerekî psîkolojîk bi kar tîne, Tirkiye ye. Li Tirkiyeyê beriya vîrûsa koronayê jî desthilatdarî û dewleteke şerê taybet hebû. Vê desthilatdarî û dewletê vîrûsa koronayê li dijî hêzên demokrasiyê, mûxalefetê û gelê Kurd kiriye amûreke şerê taybet. Dema vîrûsa koronayê ji bo tepisandina tevgera azadiyê ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi kar aniye. Mîna welatên din ên kapîtalîst kêm jî be li tenduristiya civakê nefikiriye. Mijara baldariya li tenduristiyê jî di çarçoveya şerê psîkolojîk de nirxandiye; veguherandiye firsendeke ku desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle. Armanceke tenê ya vê desthilatdariyê heye; tepisandina hêzên demokrasiyê û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.
Tayyîp Erdogan hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ku hîn jî bi temamî nehatiye fêhmkirin, weke ‘Xêra Xwedê’ pênase kiribû. Gelek îdîa hene ku nîşan didin, ev hewldana darbeyê xefikek darbeya li nava darbeyê ye. Tê îdîakirin ku berê agahî jê çêbûye û bi vî rengî veguherandine darbeyeke dijber. Encamên ku derketin holê di asta piştrastkirina vê îdîayê de ye ku tê gotin, ji berê ve hatiye plankirin. Bêguman vîrûsa koronayê ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve nehatiye plankirin û birêvebirin. Lê belê çawa ku hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê nirxand û bi kar anî, bi heman rengî nêzî mijara vîrûsa koronayê jî bû. Li dijî hêzên demokrasiyê û gelê Kurd veguherandiye êrişeke psîkolojîk.
Di dema vîrûsa koronayê de her rexneya li tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê hate kirin weke ‘afirandina panîkê li nava civakê û hewldana sabotekirina têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê’ hate nirxandin, bi xiyanetê hate sûcdarkirin û bû mijara darizandin. Êrişên li dijî hêzên demokrasiyê û gelê Kurd di dema vîrûsa koronayê de hatin zêdekirin. Di rewşekê de ku mûxalefeta bi her rengî tê tepisandin, kombûna du kesan jî weke suc tê ragihandin, li dijî hêzên demokrasiyê û gelê Kurd her roj êriş tên kirin. Ew bi xwe her roj êriş dike, leşker, polîs û dadgeriya wan li malê, li şûna xwe nasekinin, lê mayina gel li malê û her şêweyên çalakiyan weke sûc nîşan dide û vê yekê jî normal û rewa nîşan dide.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê li ber hilweşînê ye. Ya rast mîna hilbijartinên 31’ê Adarê, 23’ê Hezîranê û hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an têk çûye. Ji aliyê siyasî ve ji desthilatdariyê ketiye. Lê belê ji ber ku bi xurtkirina têkoşînê re zexta destberdana ji desthilatdariyê lê nehatiye kirin, xwe komî ser hev kiriye û desthilatdariya xwe didomîne.
Tifaqa AKP-MHP’ê çima êrişên faşîst zêde kir?
Di vê demê de ku desthilatdariya AKP-MHP’ê diheje û bi zorê xwe li ser piyan digire, vîrûsa koronayê ji bo dewamkirin û parastina desthilatdariya xwe bi kar tîne. Bi vîrûsa koronayê re ji bo êrişên li dijî hêzên demokrasiyê û gelê Kurd kete nava planeke nû. Ji xwe di destpêka rûdana vîrûsa koronayê de ku hîn li Tirkiyeyê hebûna wê nedihat qebûlkirin, gotibûn ku wê ji bo me firsendên nû biafirîne. Gotin ku wê di aboriyê de firsendên girîng bi dest bixin. Weke ku vîrûsa koronayê ji aliyê wan ve hatiye afirandin û ji bo bi kar bînin hatiye plankirin, nêzîk bûn.
Yekane dewleta ku vîrûsa koronayê li dijî civakê weke şer nirxand, plan kir û xist meriyetê, Tirkiye ye. Welê tevgeriyan ku ragihandina hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê jî her roj hate plankirin. Di çarçoveya vê planê de wezîrê tenduristiyê her roj derdikeve pêşberî kamerayê, yan jî bi rêya twîttan şerekî psîkolojîk meşand. Ji xwe ji ber ku ji berê ve desthilatdariyeke şerê psîkolojîk û taybet e, di meşandina vî karî de zor û zehmetî nekişandin. Her wiha şerê taybet bi rê û rêbazên cudatir xistin meriyetê.
Li gelek welatên cîhanê di nava dema vîrûsa koronayê de hêzên siyasî hewl dan xwe bigihînin beşên civakê yên li derveyî xwe û aloziya siyasî kêm bikin. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP’ê berevajî vê kir. Hîn bêhtir dijberî mezin kir. Li dijî beşên siyasî û civakî yên li derveyî xwe bêhtir bi dijminane tevgeriya. Tepisandina tevahiya mûxalefetê û serweriya sîstema xwe li ser civakê ferz kirin. Bêguman di vir de desthilatdariya AKP-MHP’ê xwedî armanceke welê ye ku dixwaze sîstema siyasî û civakî bi temamî biguherîne. Ji bo van armancên xwe êriş bir ser hêzên demokrasiyê û Kurdan ku gelê Kurd beşa herî dînamîk a civakê ye. Bersiva pirsa ‘Tifaqa AKP-MHP’ê di vê dema vîrûsa koronayê de çima êrişên xwe yên faşîst zêde kir’ di nava vê rastiyê de ye. Matmayîbûna hin beşên mûxalîf li pêşberî vê rewşê, ji ber nefêhmkirina karakterê vê desthilatdariyê ye.
Di mijara zêdebûna êrişên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de û avêtina gavên ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe de, rola nêzîkatiya hêzên mûxalîf jî mezin e ku ketin bin bandora şerê psîkolojîk ê dema vîrûsa koronayê. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dema vîrûsa koronayê weke ‘veşartina keviran û berdana kûçikan’ nirxand. Kete nava hesabên welê ku mûxalefetê bêbandor bike û li bexçeyekî bê sitirî temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Mûxalefetê jî xwe ji bin bandora şerê psîkolojîk ê dema vîrûsa koronayê rizgar nekir. Mîna ku hîpnotîze bûye. Ji ber ku karakterê desthilatdariya heyî fêhm nekiriye, kete nava şaşitiyeke welê ku bi hin gotinan li dijî desthilatdariyê mûxalefetê dike. Hîn jî ev şaşitî û îlluzyon dewam dike.
Hedefa sereke ya vî şerê psîkolojîk Kurd in. Ji ber ku Kurd li Tirkiyeyê hêza herî dînamîk a demokrasiyê. Barê herî giran ê berxwedana li dijî faşîzmê li ser milê Kurdan e. Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe li pêşiya pêkhatina armancên faşîzma AKP-MHP’ê astengiya bingehîn in. Jİ ber vê yekê ji bo pêşîgirtina li têkoşîna gelê Kurd bi her rê û rêbazê tevdigere. Êrişa destpêkê ya dema vîrûsa koronayê tayînkirina qeyûman li şaredariyên li Kurdistanê bû. Li Kurdistanê berê jî bi tundî dest li çalakiyên civakî dihate werdan, niha jî ev êriş hatiye normalkirin û rewakirin. Bi hinceta vîrûsa koronayê nahêle ku mirov li hev kom bibin. Weke ku li Nisêbînê hate dîtin, bi tundî êrişê dibe ser kombûna 2 zarokan jî. Ji ber ku talîmateke bi vî rengî ji wan re hatiye dayin. Vê yekê jî bi bandora psîkolojîk a vîrûsa koronayê ya li ser civakê dike.
Dema vîrûsa koronayê kirin dema qirkirina Kurdan.
Di dema vîrûsa koronayê de bi operasyona psîkolojîk a li dijî civakê, civak bêbandor û bêtevger hişt. Pêvajoya derbasbûna asta asayî jî weke qanûnî û rewakirina vê rewşê bi kar tîne. Di dema asayîbûyî de wê febrîqe, kargeh, saziyên dewletê bixebitin, dadgerî, polîs û leşker wê êrişên xwe bidomînin, lê belê wê destûr neyê dayin ku 2 kes li hev kom bibe! Mebesta wan ji dema asayîbûnê bêdengkirina civakê û mirovan e. Ev pêvajo parçeyek ji çerxê sîstema mêtinger e. Ev yek ne asayîbûna jiyanê ye, wê bibe dema normalkirina sîstema serîtewandina li ber dîktatoriya faşîst. Wê hewl bide jiyana civakî û siyasî ya dîktatoriyên faşîst serdest bikin. Bi navê asayîbûnê sîstema ku dixwazin bidin qebûlkirin û mayindekirin ev e.
Di serî de Kurd divê hêzên demokrasiyê hemû ji bandora şerê psîkolojîk û îlluzyonê rizgar bibin û tavilê dest bi seferberiya rêxistinbûn û çalakiyê ya li dijî faşîzmê bikin. Tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê li pêşiya vê rêxistinbûn û têkoşînê neasteng e, divê weke astengiyê neyê dîtin. Xemsariya li pêşberî faşîzmê, liv û tevgera li gorî armanca şerê psîkolojîk tê wateya pejirandina mirinê. Wateya vê yekê ji bo Kurdan ew e ku stuyê xwe bide ber kêra qirkirinê. Gelo ev yek ji vîrûsa koronayê bi hezar qatî kujer nîne?
Dema vîrûsa koronayê veguherandine dema qirkirina Kurdan. Divê Kurd hemû vê bibînin, xwe ji xewa îlluzyonê şiyar bikin û ji vê bêhelwestiyê rizgar bikin. Her kolan, her tax, her kargeh divê veguhere qada rêxistinbûn û çalakiyê.
Vîrûsa koronayê heta niha di asteke ku nehatiye dîtin veguheriye amûreke êrişa psîkolojîk. Têkçûna li pêşberî êrişa psîkolojîk a bi vîrûsa koronayê nayê qebûlkirin. Mêtingeriya qirker mîna narkotîkê, fûhûşê her wiha her şêweyên nexweşiyê û nebaşiyê vediguherîne amûreke şerê psîkolojîk ê li dijî Kurdan. Vîrûsa koronayê jî di vê çarçoveyê de veguherandiye amûrekê. Di dema vîrûsa koronayê de bi zanebûn hewldanek li Kurdistanê nekirin, çavê xwe li hebûna vê vîrûsê girtin û bi zanebûn veguherandin amûreke şerê psîkolojîk. Wê demê em xwe li gorî şert û mercan bi rêxistinb ikin û bi çalakî û rêxistinbûna xwe vî şerê psîkolojîk û taybet ê mêtingeriya qirker têk bibin, bi têkoşînê bersivê bidin êrişên qirker û serê xwe nedin ber kêra qirkirinê…
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka