Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokrtîk (MSD) di hevdîtineke xwe de li gel ajansa ANHA‘yê diyar kir ku Meclisa Sûriyeya Demokratîk projeyeke siyasî, niştimanî û demokratîk e û hemû beşên civakê û hemû pêkhateyên li herêmê digire nav xwe. Armanca meclisê aloziya Sûriyeyê bi riya danûstandinan were çareserkirin.
Hevseroka MSD‘ê destnîşan kir ku Meclisa Sûriye ya Demokratîk vexwendnameya rêjîma Sûriye’yê ya bi armanca gotûbêjkirina gelek mijaran di navbera hikûmeta navnendî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, pêk anîn, lê heya niha diyalog ti encam negirtine.
Emîna Umer, diyar kir ku xeta diyalogan dirêj e, lê pêşeroja wê li gorî berjewendiyên gelên Sûriyeyê û qedandina aloziyê bi encam bibe.
Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîna Umer diyar kir ku meclis ji bo danûstandinan amade ye û wiha got: “Em bi çareseriya siyasî re bawerin û wekî çareseriya herî guncaw ji bo aloziya Sûriyeyê dibînin.”