Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 20ê GULANÊ 2020 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike niha jî çend sernûçeyên me…

&- Malbat û parêzerên Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo di navbera 20 û 22ê Gulanê de, biçin Imralî û hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

&- Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê gerîla Avesta Herekol bi bîr anî.

&- Hêzên Gerîlla, li Xakûrkê jî darbeyeke mezin li artêşa Tirk a dagirker xistin, 4 leşker hatin kuştin.

&- Li çiyayê Çemçe yê Qersê, yuzbaşi-serpel Ferhat Çîftçî jî di nav de gelek leşkerên Artêşa Tirk hatin kuştin.

&- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK û heşt rêxistinên ji 5 welatan, bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kirin ku di asta global de agirbest werê pêkanîn û girtiyên siyasî werin berdan.