NAV-YÊK’ê bi navê sazî û dezgehên Êzidiyan hemûyan cejna Remezanê li gelê Kurd û bawermendên Misilman pîroz kir.
Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YÊK) bi wesîleya cejna Remezanê ya civata Îslamê peyamek weşand.
Di peyama NAV-YÊK’ê de hate gotin, “Rojên pîroz, tijî hezkirin û xwedî nirxên civakî û bawerî di hemû olan de xwedî cihekî taybet e.
Bi hatina Cejna Ramezanê, girtina rojiyan, cejn dibin wesileya destpêka parvekirin, li hevhatinan, ji nû ve avakirin, zindîkirin û ruhê hişyarbûyî pêş dixe. Hestên xweşbinî bi xwe re ava dike.”
NAV-YÊK’ê bi navê sazî û dezgehên Êzidiyan hemûyan cejna Remezanê li gelê Kurd û bawermendên Misilman pîroz kir.
Di peyamê de cejn di serî de li berxwedêr û parêzvanên gelê Kurd ên di nava cenga şoreşa azadiyê û demokrasiyê de ne hate pîrozkirin.
Di peyamê de hate gotin:
“Bi hêviya ku ev Cejn bibe wesileya aştiyê, aramiyê, wekheviya gelan û bextewariyek mayînde ji bo gelê kurd û Kurdistanê û tevahiya Cihanê.
Di nav şert û mercên giran de, em Cejnên xwe pêşwazî dikin. Dijminê gelên Kurdistanê, her tim hewl didin, di rojên pîroz de jî me dilsar, xemgin û lewaz bike.
Roj tunê ku erîşên hovane, dengê çekan û balafiran li ser gelê me kêm nabin.
Girtina siyasetmedar, Rojnamevan û çalakvanên me bi faliyetek herî giran tê meşandin.
Lê bila bê zanîn, gelê Kurd bi bîr û baweriyek mezin wê şerê xwe li hember desthilatdaran bike.
Jiyanek azad û bi rûmet, Kurdistana serbixwe ji bo me nirxên herî qedim û pîroz in. Ji bo vê yekitî û tifaqa navxweyî ji her demê bêhtir, di van kêliyên dîrokî û zêrîn de ji bo me Kurdistaniyan hewce ye.
Pewîstê em ji hêla maddî û manewî jî di her beşên jiyanê de bi civaka xwe re alîkar bin, ji bo wan deng û hawar bin.
Bi baweriya xwedîderketin li hev û din, rêzgirtin û hezkirin, Cejna we pîroz be.”