Îro, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca avakirina desteyên Rêveberiya Xweser, civînek li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî li dar xist.
Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etî di destpêka civînê de axivî û da zanîn ku Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser erka avakirina desteyên Rêveberiya Xweser girtibû ser milê xwe.
Etî di berdewama axaftina xwe de behsa girîngiya xebatên desteyan kir. Piştre 9 desteyên Rêveberiya Xweser hatin avakirin. Deste wiha ne: Desteya Hundirîn, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Desteya Rêveberiyên Herîmî, Desteya Aborî û Çandiniyê, Desteya Darayî, Desteya Çand û Hunerê, Desteya Tenduristî û Ekolojiyê, Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Jinan.
Her wiha hevserokên desteyan hatin hilbijartin. Hevserokên desteyan li pêşberî Meclisa Giştî sond xwar û dê dest bi karê xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.
Civîna yekemîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 6`ê Îlona 2018`an de hate lidarxistin. Di encama civînê de, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate avakirin. Di wir de heta 21 rojan dem hate dayîn ku meclis desteyan ava bike.
Tê payîn ku civîn bi axaftina hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bi dawî bibe.