Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson diyar kir ku piraniya karxaneyên ji derveyî pêdiviyên bingehîn wê di 15’ê Hezîranê de werin vekirin.
Li Îngîltereyê 37 hezar kes ji ber Covîd-19’ê mirin. Ji ber van mirinan jî rexne li serokwezîr Borîs Johnson tê kirin. Tê diyarkirin ku Johson qedexeya derketina derve bi derengî xistiye.
Wê di 1’ê Hezîranê de bazarên li welat û galeriyên otomobîlan were vekirin, piraniya karxane, dikan û mixazeyên derveyî pêdiviyên bingehîn jî wê piştî 15’ê Hezîranê were vekirin. Johnson diyar kir ku kûafor û otel neyên vekirin.
Heta nîveka meha Adarê Johson li hemberî şewbê helwestek diyar kiribû. Johson diyar kiribû ku bila vîrus li girseyê belav bibe û bi vî awayî ew ê karibin li dijî şewbê li ber xwe bidin. Lê piştî vê biryarê Johson jî bi koronavîrusê ketibû û heta demekê di karantînayê de mabû.
Johson ji ber hişyariyên wê pergala tendirustiyê ya welat nikaribe zêde nexweşxan rake û di 24’ê Adarê de qedexeyên derketina derve ragihandibû.