Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, li Schlossplatzê bi wesîleya “17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li dijî Windahiyên Destgîrkirî ya Navneteweyî” çalakiyek hate lidarxistin û li aqûbeta windahiyan hate pirsîn.
Bi banga Komîteya Navneteweyî ya li dijî Windahiyên Destgîrkirî (ÎCAD) Dayikên Şemiyê li Stûttgartê çalakiye li dar xistin. Aktîvîstên saziyên Yenî Kadin, ADKH, Dîe Lînke-Kreîsverband Stûttgart, SKB, AGÎF û Zûsammen Kaempfenen tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de pankart û dowîzên têkildarî kesên hatin windakirin hatin hildan. Pişte bi navê Dayikên Şemiyê ÎCAD’ê belavokek bi zimanê Elmanî xwend.
Di daxuyaniyê de têkoşîn û berxwedana 25 salan a dayikên windayan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê hate silavkirin.
Di daxuyaniyê de bang li kes û saziyên hestiyar hate kirin ku xwedî li windahiyan derkevin û hesab ji berpirsyaran bipirsin. Her wiha hate gotin, “Bila aqûbeta mirovên hatine windakirin bê eşkerekirin û berpirsyar bên darizandin.”
Çalakgeran maske danîn ber devê û bi pîvana mesafeya civakî çalakiya xwe kirin. Çalakî bi dirûşma “Bijî piştevaniya enternasyonal” bi dawî bû.