Konseya Rêvebir ya KNK’ê pîrozbahî li Serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Berhem Salih kir û got; “Em hêvî dikin ev hilbijartin bibe wesîleya Iraqekî demokratîk û bi istîqrar.”
Konseya Rêvebir ya KNK’ê bi peyamekî nivîskî pîrozbahî li Serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Berhem Salih kir. Di Peyamê de wiha tê gotin; “Bi hilbijartina cenabê we ji bo serokkamorîya Iraq , em weke KNK, bi dilxweşî pêşwazî dikin û cenabê we, bi dilekî germ pîroz dikin.
Em hêvî dikin ev hilbijartin bibe wesîleya Iraqekî demokratîk û bi istîqrar. Hêviya gelê me ew e ku di dewreya cenabê we de, di serî de madeya 140 ya destûrê û hemî pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de, li ser bingeha destûra Iraq ê, bêne çareserkirin.
Hûn, demekî dirêje di nav hareketa azadiya Kurdistanê de, cihê xwe digirin û xwedî tecrûbe ne. Iraq û Kurdistan jî di nav de, herêma Rojhilata Navîn, qeyranekî mezin jiyan dike. Pirsgirêka Kurdî, li tevayî herêmê, dibe sedema alozî û bê aramiyê. Heta pirgirêka Kurdî bi awayekî adîlane neyê çareserkirin, ne mûnkine herêma Rojhilata Navîn de, aştî û aramî pêkbê. Hêviya me ewe ku hûn vê rastiyê herdem berçav bigrin û ji bo pirsgirêka Kurdî li seranserê herêmê, bi awayekî aştiyane bê çareserkirin, xwedî helwest û çalakîbin.”