HDP’ê Berhem Salih pîroz kir

HDP’ê Berhem Salih pîroz kir

HDP’ê bîrozbahî li Serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Berhem Salih da. HDP’ê di peyama xwe ya pîrozbahiyê de bal kişand ser yekîtiya netewî, wekhevî û avakirina jiyana azad. 

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, peyama pîrozbahiyê li Dr. Berhem Salih ê ji bo serokkomariya Iraqê hate hilbijartin da. Di peyamê de ev tişt hate gotin: “4’emîn Serokkomariya Iraqê li we pîroz be û bi hêviya bibe wesîleya xêrê ya gelên Iraqê û bibe avakirina jiyana azad û wekhev.

Hêvî û baweriya me heye ku hûn xeyalên Serokkomarê Berê Mam Celal yên ji bo desteftiyên hevpar ên Iraqê, hewldanên ji bo yekîtiya netewî ya nava Kurdan, nêzîkatiyên çareseriyê û aramaniya herêmê dayî kirin bidomînin.

Weke HDP hêviya me ew e ku hem li welatê me hem jî li herêma me hemû pirsgirêkên siyasî û civakî bi rêya gotûbêjê bê çareserkirin û weke rêgezek bê destgirtin. Em carekî din didin nîşandan ku çi li Iraq, çi jî Rêveberiya Herêma Kurdistan û li Rojhilata Navîn di avakirina jiyana azad û wekhev, demokrasî û aştiya civakî de em amade ne her cûre alîkariyê bikin. Serkeftinê ji bo we dixwazin.”

NAVNÎŞANÊN ME