Piştî agirbesta ku di Cejna Remezanê de li Efanistanê hate îlankirin û şûnde, di du êrîşên îro pêk hatin de 14 erkdarên ewlekariyê hatin kuştin.
Şefê polîs ê harêma Seyagird ê ji AFP’ê re axivî got: “Talîbanan êrîşî bendekî ya kontrolê kirin. Piştre jî agir berdayê. Li vir bi giştî 7 kes mirin.”
Berdevkê rêveberê herêmê Waheeda Shahkar jî diyar kir ku erkdarekî ewlkariyê birîndar bûye, diyar kir ku kuştiyên Talîbanan jî çêbûne.
Di êrîşa din a li Ferahê pêk hat de 7 polîs mirin.