Li Salvadorê ji ber du bagerên tropîkal 27 kes mirin, 6 kes winda bûn. Bagera Amandayê Yekşemê li vê herêmê dabû.
Hate ragihandin li Hondurasê bi kêmanî 4 kes û li Guatemalayê 2 kes mirin.
Bagerên Amanda û Crîstobalê bû sedema bobelatên ji ber şapeyê, şeqitîna axê, qutbûna şebekeyên elektrîk û avê.
Li gorî hikûmeta Salvadorê li tevahiya welêt 11 hezar û 179 li 210 malên starebûnê hatine bicihkirin. Li vî welatî 2 hezar mal bi temamî rûxiyan.
Saziyên meteorolojiyê diyar kirin li Salvadorê barana şid heta În û Şemiyê dibe ku bibarin û bang li gel kir ku guhdar bin.