Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9 hevserokên desteyên girêdayî Meclisa Rêveber di civîna xwe ya yekemîn de hilbijartin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ji bo avakirina deste û hilbijartina hevserokên wan civîna xwe ya yekemîn li dar xist.

Di civînê de hevserokên 9 desteyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hilbijartin.

Hevserokên desteyan wiha ne:

Desteya Karên Hundirîn: Elî Mustefa Heco û Hêvî Îbrahîm Mustefa
Desteya Perwerde û Fêrkirinê: Kewser Doko û Receb El-Mişlif
Desteya Rêveberiyên Herêmî: Cozêf Lehdo û Mediya Bozan.
Desteya Aborî û Çandiniyê: Selman Tewfîq El-Barodo û Emel El-Xezîm
Desteya Darayî: Welat Hec Elî û Selwa El-Seyid
Desteya Çandê: Ebdulsetar Şikagî û Eyşe Elî Receb
Desteya Tenduristî û Ekolojiyê: Dr. Ciwan Mustefa û Xîtam Xelîl El-Cild.
Desteya Karûbarên Civakî: Farûq El-Maşî û Bêrîvan Hesen
Desteya Jinan: Serok Cîhan Xidro