Dewleta Tirk ku sala 2019’an bi destê DAÎŞ’ê agir berdida zeviyên çandiniyê, îsal bi xwe vê dike û bi vî rengî êrişê dibe ser aboriya herêmê.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyekî ve dorpêçkirî ye û dewleta Tirk a dagirker êrişê dibe ser, li aliyê din jî li hemberî şewata li zeviyên çandiniyê li ber xwe dide ku ji slaa 2019’an ve bi destê DAÎŞ’ê, dewleta Tirk û hêzên wê yên paramîlîter tên kirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku sala 2014’an hate ragihandin, li gel dorpêçî û ambargoyê, di bin sîwana desteya aboriyê de çandiniyê dike û bi vî rengî hewl dide têra xwe bike.
Li gel têkoşîna zêdeyî 5 sala a li dijî DAÎŞ’ê, li herêmê xêr û bêreke mezin çêbû ku di dema rejîma Baas de qet nehatibû dîtin. Çandiniya li Rojava û herêmên ji DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin, bû çavkaniya debarê ya gelê herêmê. Lê belê sala 2019’an ji demsala palehiyê û pê ve DAÎŞ, dewleta Tirk û hêzên wê yên paramîlîter ji bo birçîhiştina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tasfiyekirina rêveberiya xweser, şewitandina zeviyan ji xwe re kirin rêbazeke êrişê ya li dijî aboriya herêmê.
Sala 2019’an di êrişan de zêdeyî 453 hezar donim zeviyê çandiniyê hate şewitandin, sala 2020’an di êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de heta niha zêdeyî 100 hezar donim zevî hatin şewitandin. Gel û saziyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî van êrişan têdikoşin.
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Selman Barûdo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şewitandina zeviyên li qadên rêveberiya xweser hewl didin gel birçî bihêlin û destnîşan kir, li qadê dagirkirî jî polîtîkaya hovane û talanê dewam dike.
ÊRIŞÊN KU SALA 2019’AN BI DESTÊ DAÎŞ’Ê HATIN KIRIN
Sala 2019’an piştî ku şewata li zeviyên çandiniyê bi rengekî neasayî belav bû, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîteyek ava kir û dest bi lêkolînkirina sedemên şewatê kir. Çeteyên DAÎŞ’ê ku bi pêngava Bahoza Firatê re QSD’ê dawî li serweriya wan a li ser rûyê erdê anî, di malpera xwe ya fermî de xwedî li şewata li zeviyan derket û ragihand ku şewat ji aliyê hucreyên wan ên razayî ve hatiye kirin. Çeteyan ji bo dewamkirina van êrişan ferman dan.
Gulereşandina ku dewleta Tirk ji ser sînor li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê reşand, bû sedema şewata li zeviyan. Sala 2019’an dewleta Tirk ji ser sînor êriş bir ser cotkar û arkujên hewl dan şewatê vemirînin.
RÊVEBERIYA XWESER PIŞTGIRÎ DA COTKARAN
Rêveberiya xweser bi rêya komîteya xwe, cotkarên ku ji ber şewatê zerar dîtin lêkolîn kir. Ji 16’ê Hezîranê û pê ve li herêmê ji ber êrişên bi rengê şewatê qadeke ji 42 hezar hektar a çandiniyê şewitî û bi 19 milyar lîreyê Sûriyeyê zerar li herêmê bû.
Rêveberiya Xweser dic ivîna xwe ya asayî de ya 4’ê Tîrmeha 2019’an biryar da ku alîkariya madî bi cotkaran re bike yên ku ji ber şewatê xisirîne. Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Selman Barûdo diyar kir ku alîkarî bi zêdeyî 6 hezar cotkarî hatiye kirin.
SALA 2020’AN BERIYA PALEHIYÊ TEVDÎRÊN BERFIREH HATIN GIRTIN
Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, cotkaran û saziyên ewlekariyê ji rewşa par encam derxistin û li dijî şewatê dest bi amadekariyan kirin. Di vê çarçoveyê de tîmên arkujiyê yên ji sedan kesî hatin avakirin. Şaredariyan jî tankerên xwe yên avê ji bo vemirandina şewatê amade kirin. 60 wesayitên arkujiyê hatin amadekirin û 1000 tupê vemirandina şewatê hatin belavkirin.
Ji bo parastina zeviyên çandiniyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn 30 hezar endamên xwe wezîfedar kirin û li gundan 24 saetan li dewriyeyê geriyan. Hêzên Parastina Civakî jî 15 hezar endamên xwe ji bo parastina zeviyên çandiniyê wezîfedar kirin.
Selman Barûdo diyar kir ku piştî palehiya sala 2019’an Serêkaniyê û Girê Spî ku qadên girîng ên çandiniyê ne ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin, lewma wan texmîn dikirin ku di palehiya vê salê de wê êrişên berfireh bên kirin û wan jî tevdîrên xwe zêde kirin.
QADEKE JI 100 HEZAR DONIMÎ ŞEWITÎ
Tevî hemû tevdîran jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê agir berdan zeviyên li qadên rêveberiya xweseriya demokratîk. Bi topbaranê û fîşekan ên ji qadên dagirkirî, dewleta Tirk êriş bir ser zeviyên çandiniyê yên li herêmên Eyn Îsa, Hesekê û Zirganê. Ji ber êrişên dewleta Tirk û hucreyên veşartî yên çeteyan ên ser bi dewleta Tirk, heta dawiya meha Gulanê qadeke ji 100 hezar donimî ya genim û ceh, her wiha 360 donim bexçeyên zeytûnan şewitîn.
Li gorî agahiyan:
Li gundên Til Temirê zeviyên ji 13 hezar donimî, li gundên Zirganê zeviyên ji 17 hezar donimî şewitîn.
Li herêma Firatê 35 darên zeytûnê û 21 hezar û 560 donim qada çandiniyê hatin şewitandin.
Li Minbicê û gundên wê, ji ber şewata ku bi destê çeteyan hate derxistin 540 donim zeviyên genim û ceh û 360 donim bexçeyên fêkî û zeyhtûnan hatin şewitandin.
Li Şehbayê 600 donim zeviyên genim û ceh û 3 hezar û 500 darên zeytûnê şewitîn.
Li navçeyên Til Berak û Til Hemîsê yên kantona Qamişloyê 4 hezar donim qada çandiniyê şewitî.
Li gundên Hesekê 27 hezar û 70 donim zeviyên çandiniyê ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin.
Li Dêra Zorê 14 hezar û 100 donim zeviyên çandiniyê zerar dîtin.
Cotkarên li herêmê diyar dikin ku şewata li Ebû Heşab a Dêra Zorê, mîna êrişa dewleta Tirk a dagirker, ji aliyê Dîfa Watanî ve hatiye derxistin ku hêzeke paramîlîter a rejîmê ye. Şêniyên Dêra Zorê destnîşan dikin ku li sînorê navbera QSD’ê û hêzên hikumeta Sûriyeyê, şewat bi zanebûn ji aliyê Dîfa Watanî ve tê derxistin.
Selman Barûdo diyar kir ku şewata li zeviyên çandiniyê bi giranî li herêmên ser sînorê Tirkiyeyê û qadên hatine dagirkirin tên derxistin û got, “Gel bi çavên xwe dibîne ku qadên çandiniyê ji ailyê çeteyên dagirker ve tên şewitandin.
Dema ku wesayitên arkujiyê ji bo vemirandina vê şewatê diçin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekan êrişê dibin ser wan. Di dema hewldana vemirandina şewatê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 2 jî birîndar bûn.”
Selman Barûdo destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi rêya van êrişan dixwazin ku pêşketina aboriyê ya li herêmê tune bikin, gel birçî bihêlin, bikin ku gel bireve û bi vî rengî jî rêveberiya xweseriya demokratîk tasfiye bikin.
‘HIŞYARIYA LI HEMBERÎ ÊRIŞAN DIVÊ XURTIR BIBE’
Selman Barûdo anî ziman ku rêveberiya xweser bêyî piştevaniyekê ew bi derfetên xwe yên kêm xizmetê ji gel re dikin, wan sîstemeke aboriyê ya xwe dispêre gel ava kirine û got, “Li dijî van polîtîkayên derveyî mirovahiyê yên qirêj ên dagirkeran ku hewl didin gelê me birçî bihêlin, em ê piştevaniya xwe xurtir bikin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi her awayî bi gelê xwe re ye.
Gelê me jî divê li hemberî van êrişên hovane û kiryarên dewleta Tirk a dagirker bêhtir hişyar be.”



