Kovara ciwanan Stêrka Ciwan hejmara xwe ya 205’an bi manşeta “Şerê gel ê şoreşger bilind bikin, mêtingerî û kapîtalîzmê hilweşînin” weşand.

Kovara ciwanan a mehane Stêrka Ciwan, ku bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi çavê ciwanan bi zimanên Kurdî, Tirkî, Elmanî, Fransî û Îngilîzî radigihîne û şîrove dike, hejmara xwe ya 205’an pêşkêşî xwendevanan kir. Di hejmara nû de ku bi manşeta “Şerê gel ê şoreşger bilind bikin, mêtingerî û kapîtalîzmê hilweşînin” weşiya, êrişa piralî ya modernîteya kapîtalîst a li dijî civakê bi taybetî li dijî jinê û rojeva sosyalîzmê ku alternatîfa sîstema kapîtalîst e, hatin nirxandin.

Di hejmara nû ya kovarê de nivîseke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji pirtûka wî ya bi navê “Israra li ser sosyalîzmê, israra li ser mirovbûnê ye” hate weşandin.

Kovarê cih da perspektîfên mehane yên koordînasyonên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Azad. Li gel nirxandina rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê her wiha rê û rêbazên têkoşînê û berpirsyariya ciwanan hate nirxandin.

JI ZANISTIYÊ HETA WÊJEYÊ, JI DÎROKÊ HETA TENDURISTIYÊ

Rojbîn Sîma Cûdî di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Sîstema kapîtalîst çavkaniya nebaşiyan hemûyan e” bal kişand ser êrişa kapîtalîzmê ya li dijî civakê, bi taybetî jî li dijî jinan. Her wiha di mijara xeta rast a têkoşîna dijî kapîtalîzmê de nêrîna xwe parve dike.

Faraşîn Sîdar di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Sema, xwedawenda agirê aştiyê” jiyan û têkoşîna gerîlaya PKK’ê Sema Yuce nivîsî ku di 21’ê Adara 1998’an de li zindana Çanakkaleyê çalakiya fedayî kir. Bi vê nivîsê re nirxên Têkoşîna Azadiyê careke din bi bîr xist.

Di hejmara Hezîranê de tevî nivîseke Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, ji zanistiyê heta wêjeyê, ji dîrokê heta tenduristiyê gelek mijar hene.

Bi rêya van lînkan kovara Stêrka Ciwan hem bi rengê PDF dikare bê xwendin, hem jî dikare li xwendina kovarê bê guhdarîkirin:

PDF: https://www.rojaciwan.eu/tr/sterka-ciwan/

Soundcloud: https://soundcloud.com/sterkaciwan

Spotify: https://open.spotify.com/show/0JZErTQOyhzbJMAR1bfgxv