Li Mersînê, polîsên Tirk avêtin ser malên xebatkarên HDP’ê û Atolyeya Hunerê ya Akdenîzê û 4 kes destgîr kirin.

Serdegirtin bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Mersînê pêk hat. Rêveberê HDP’ê yê Mersînê Alî Bîlen û xebatkarên Atolyeya Hunerê ya Akdenîzê Hebûn Yuksekbag, Dîlan Demîr û Cejna Sarûhan hatin destgîrkirin.

Di hedefa polîsan de hunermend Kadîr Çat jî hebû. Lê belê ji ber ku ne li malê bû nehate destgîrkirin. Rayedarên Tirk hinceta destgîrkirinê eşkere nekirin.