Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn li Lavîroyê bi meşekê hate bîranîn.
Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê bi sedan Kurdistanî li hev kom bûn û ji bo bîranîna endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn û şermezarkirina êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê meşiyan.
Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwcanên Şoreşger şeva Duşemê li pêşiya kampa Lavîroyê dest pê kir û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên Kasim Engîn, alên PKK û KCK’ê hatin hildan.
Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Faşîst Tirkiye” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin qîrîn.
Piştî meşê li hewşa Kampa Lavrîoyê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Gelê Kurdistanê axaftin hatin kirin û piştre li sînevîzyona li ser berxwedana Kasim Engîn hate temaşekirin.
Çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.



