Navenda Civaka demokratîk a Kurd a Swêdê (NCDK-S) ku derdora 60 komele û rêxistinên xwe hene, ji Swêdê xwest ku lêborînê ji gelê Kurd bixwaze.
Serdozger Pettersson di civîna çapemeniyê de ku roja Sêşemê bi rengekî zindî li televîzyonê hate weşandin, diyar kir ku Stîg Engstrom gumanbarê bingehîn ê bûyera kuştina Serokwezîrê wê demê Olof Palme ye û bi ihtimaleke mezin vî sûcdarî wê demê li Swêdê ev bûyera kuştinê kiriye.
Serdozger diyar kir ku ji ber bersûc miriye dosya Palme jî hatiye girtin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Swêdê (NCDK-S) têkildarî mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo Swêdê rojeke dîrokî ye. Li gorî daxuyaniyên dozger Krîster Petersson, piştî civîna çapemeniyê ya îro êdî em zanin ku yek ji lîderên demokrasiya civakî yên cîhanê Olof Palme ji aliyê kê ve hatiye kuştin. Me bi baldarî civîna çapemeniyê şopand. Olof Palme siyasetmedarekî welê bû ku ne tenê li Swêdê her wiha li tevahiya cîhanê bi bandor bû. Di nava Şerê Sar de yê navbera hêzên mezin de, Olof Palme bi navê dewleta Swêdê piştgirî da welatên ku weke cîhana sêyemîn tên binavkirin û ew parast. Bû dostê Başûrê Efrîkayê, gelên reş û xwecihî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, gelên Filistîn, Kurdistan, Latîn Amerîka û Vîetnamê, bû dostên gelên bindest ên li cîhanê. Piştgirî da aştiyê, demokrasiyê û têkoşînên gelan ên ji bo diyarkirina çarenûsa xwe.”
NCDK-S’ê destnîşan kir ku Olof Palme dostê Kurdan bû û got, “Di dema wezîfeya xwe de ji bo tevgera Kurdan xurt bike û piştgiriyê bide wan, ji bo pêkanîna mafê çarenûsê û azadiya Kurdan gelekî hevdîtin kir. Diyar kir ku Kurd bi rengekî bêrehm di bin zext û zordariyê de ne. Mixabin kuştina Olof Palme bû gava destpêkê ku li Swêdê tevgera azadî û demokrasiyê ya Kurdan bê sûcdarkirin.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hewldanên krîmînalîzekirina PKK’ê li Swêdê wê demê ji aliyê gelek welatên Ewropayê ve hate dewamkirin û bi van gotinan hate xwestin ku dawî li neheqiya 34 salan a li PKK’ê û Kurdan hatiye kirin bê anîn:
“Têkoşîna azadiyê bi vî rengî bi terorîzmê hate sûcdarkirin. Hikumeta wê demê eger şefê polîsan ê ku ev sûcdarî dikir ji wezîfeyê girtibûya wê bihata fêhmkirin ku Kurd bêguneh in. Lewma em ji saziya siyasetê hêvî dikin ku daxuyaniyên qanihkirinê û lêborînê bidin. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku ji komele û rêxistinên me lêborîn bê xwestin û ji sûcdariya ‘sûc/terorê’ bên rizgarkirin. Her wiha em dixwazin ku dewleta Tirk a bi serkêşiya rejîma Erdogan, zext û zordariya wî ya li gelê Kurd bi rengekî eşkere bê şermezarkirin.”