Parlamenterên Swêdî diyar kirin, ku piştî daxuyaniya rayedarên Swêdî yên li ser kuştina Olof Palme, ji bo PKK ji lîsteyên terorê bê derxistin divê Kurdên li Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê.

Dosya kuştina Olof Palme piştî 34 salan li Stockholmê bi civîneke çapemeniyê hate girtin. Têkildarî girîngiya mijarê ji bo Kurdan û PKK’ê, em bi nivîskar û siyasetmedarên Swêdî û Kurdistanî re axivîn.

Rojnamevan Lars Borgnas ku ji sala 1986’an û vir ve bûyera kuştina Olof Palme dişopîne, diyar kir ku Polîsên Ewlekariyê yên Swêd (Sapo) yan jî komeke di nava Sapo de, ku Palme li dijî dewletê weke gefekê didît, ew kuşt. Borgnas ragihand ku sûcê kuştina Palme destpêkê avêtin stuyê PKK’ê, piştre jî hewl dan bixin stuyê alkolîk Chîrster Petersson û bi vî rengî hewl dan rastiyê binixumînin.

Dadgeha Bilind destnîşan kir ku delîlekî ku nîşan dide Petersson bûyer kiriye nîne û biryara berdana wî da.

Dozger Chrîster Petersson pêr bi civîneke çapemeniyê ragihand ku Palme ji aliyê siyasetmedarekî ji partiyeke rastgir Stîg Bergstrom ve hatiye kuştin, lê belê ji ber ku Bergstrom miriye nikarin dozê lê vekin û dosya girt.

Nivîskarê Kurd Şoreş Reşî ku bi salan bûyer lêkolîn kir û li ser mijarê pirtûkek nivîsî, bi bîr xist ku Bergstrom sala 2000’î jiyana xwe ji dest da û got, “Têkildarî kesekî miriye doz nikare bê vekirin, bi vî rengî bûyera kuştina Palme tê tarîkirin. Ev yek ji bo Swêdê hewldaneke herî hêsan e ku ji bo xwe ji nava bûyerê derxîne.”

Reşî destnîşan kir, ku kesê weke kujer tê sûcdarkirin dibe ku tenê fîguran be û got, “Ez dozger an jî polîs nînim. Dibe ku ew kes endamekî îstîxbaratê be. Şeva ku Palme hate kuştin, ji polîs re got ku ew dixwaze ji polîsan re bibe alîkar, lê belê polîsan ev daxwaza wî red kirin.”

‘HATE QEBÛLKIRIN KU TI ELEQEYA PKK’Ê BI BÛYERÊ RE NÎNE’

Reşî got, “PKK partiyeke ku ji bo li dijî Tirkiyeyê şerê azadiyê bike ava bû. Ji ber sûcdariyên ku lê hatin kirin 20 kes hatin girtin, lê belê belgeyek têkildarî wan nebû. Eşkere bû ku ti eleqeya PKK’ê bi vê bûyerê re nîne.”

Reşî got, “Li pişt bûyera kuştina Palme hêzên mezin hene. Rêxistinên îstîxbaratê hene. Kujerên navneteweyî yên ser bi Gladiyoyê hene. Aliyên vê yekê yên li Tirkiye û welatên Ewropayê hene. Ev bûyera kuştinê organîzasyoneke mezin e. Swêd bi van hemûyan zane. Bi yê ku tetîk kişandiye jî zane.”

Parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkaya Dervre Hakan Svennelîg jî diyar kir ku polîsên Swêdê tevî ku delîl di destê wan de nebû, ji bo PKK’ê weke berpirsyarê kuştina Palme nîşan bidin gelekî hewl dan û got, “Divê Swêd û Yekîtiya Ewropa, PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxîne. Sûcdariyên ku Erdogan bi gotina terorê li PKK’ê dike, ji bo tepisandina gelê Kurd û mûxalefetê bi kar tîne. Divê dawî li vê yekê bê anîn.” Svennelîg destnîşan kir ku divê Swêd bi xurtî lêborînê ji gelê Kurd bixwaze.

REWŞEKE SOSRET BÛ KU BÛYER XISTIN STUYÊ KURDAN

Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat jî destnîşan kir ku rewşeke sosret bû ku Kurd weke berpirsyarê kuştina Palme hatin nîşandan û got, “Vê yekê bandoreke gelekî neyînî li Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd kir. Divê ev yek êdî bê sererastkirin û mafê Kurdan radestî wan bê kirin.”

Rîazat bi bîr xist ku hin dadgehên welatên Ewropayê li ber hebûna navê PKK’ê ya li lîsteyên rêxistinên terorê rabûne û got, “Divê Swêd û Yekîtiya Ewropayê êdî PKK’ê bi terorîstiyê sûcdar nekin. Kurdên li Ewropayê jî divê vê yekê ji welatên Ewropayê bixwazin.”

Parlamentera Sosyalîst Amîneh Kakabaveh jî destnîşan kir ku divê mohra ‘terorîst’ a li PKK’ê hatiye xistin li hemû welatên Ewropayê bê rakirin.

Kakabaveh got, “Ev pirsgirêk tenê bi daxuyaniyeke çapemeniyê çareser nabe. Divê Kurd karibin li saziya herî mezin a medyayê ya welatên Ewropayê rastiyan binivîsînin. Divê her kes bibîne û bibihîze ku Kurd û PKK 34 sal in bi neheqî tên sûcdarkirin. Divê bê gotin ku êdî dem hatiye ev mohra ‘rêxistina terorê’ bê rakirin. Divê dewleta Tirk û Erdogan êdî nikaribin sûcdariya ‘rêxistina terorê’ li dijî Kurdan bi kar bînin.”