Amadekariyên ji bo Meşa Demokrasiyê ya HDP’ê didomin. Bajarên Serhedê ji meşê re amade ne. Tê payin ku meş û pêşwazî pir geş 

Amadekariyên ji bo ‘Meşa  Demokrasiyê ya li dijî Darbeyê’ ya HDP’ê, ku bi çarçoweya ‘Programa Têkoşîna Demokratîk’ 15’ê Hazîranê baskekî wê ji Edîrne û baskê jî ji Colemergê dest pê bike, didomin. Gelek HDP’yiyên ku wê tevlî meşê bibin gihane Colemergê. Tê payin endamên Lijneya Rêveber a Navendî (LRN) û Meclîsa Partiyê (MP), hevşaredar û tevahiya rêxistinên partiyan 14’ê Hezîranê li bajêr hazir bin.

‘EM Ê BI RENGEKÎ XURT TEVLÊ BIBIN’

Meş li navenda Colemergê bi tevlêbûna Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê KCD’ê Sedat Şenoglu dest pê bike. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Sînan Kaya diyar kir, ji bo meşê wan bi rojan hazirî kiriye, ji bo meşê wan bi rêxistinên civaka sivîl ê bajêr û rûspiyên bajêr re hatine cem hev. Kaya got ew hatine qonaxa dawî ya xebatên xwe, bi gel re wê bi tevlêbûneke xurt heta bi 1 kîlometreyî bimeşin û starta meşa demokrasiyê bidin.

‘GELÊ WANÊ WÊ BI RENGEKÎ GEŞ PÊŞWAZIYÊ BIKE’

Konvoy piştî meşa 1 km wê ber bi Wanê ve bi rê bikeve, Wanî jî wê li veqantina rê ya Wan-Payizava û Westanê, li Tesîsên Hîtîtan pêşwazî li konvoyê bikin, bi konvoyeke zêde wê berê xwe bidin nav bajêr. Şande wê biçe avahiya rêxistina bajêr a HDP’ê ya Wanê û piştre rojê biqedîne. Şande 16’ê Hezîranê wê bie 15 kom û bi gel re, bi esnaf, Rêxistinên Civaka Sivîl re hevdîtinan bikin u serdana navçeyan bikin. 17’ê Hezîranê jî şande bi girseyeke xilbe wê ji Parka Mûsa Anter ber bi Bedlîsê ve were rêkirin. Hevserokê HDP’ê Okkeş Kava got wan haziriyên xwe qedandine, ew bawer dikin ku wê rojê gelê Wanê bi rengekî xurt şandeyê pêşwazî bike û diya rkir 17’ê mehê jî bi girseyeke xilbe ew ê şandeyê ji bo Bedlîsê rê bikin.

BANGA LI GELÊ BEDLÎSÊ

Tê payin piştî Wanê HDP’yî li ser rêgeha xwe tevlî hin çalakiyên Bedlîsê bibin, piştre ber bi Amedê ve bi rê bikevin. Hevserokê Bajêr ê HDP’ê yê Bedlîsê Rûmet Dûrsûn ew ê bi rengekî geş pêşwaziyê li şandeyê bikin, bi gel re li ser kolanan cihê ku konvoy derbas dibe ew  ê konvoyê pêşwazî bikin û bang li gel kir ku destekê bidin pêşwazîkirina şandeyê.