KCDK-E: Gelê Kurdistanê û dostên wan, li dijî êrişên dewleta Tirk divê her qadê veguherînin cihê çalakiyê û berxwedanê mezin bikin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê nerazîbûn nîşanî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr û Şengalê da û bang kir ku îro saet di 17:00 de her kes beşdarî çalakiyên li Ewropa, Kanada û Awûstralyayê bibin.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de hate gotin, “Em; gelê Kurdistanê û dostên wan, li dijî êrişên dewleta Tirk her devera cîhanê veguherînin qada çalakiyê û berxwedanê xurt bikin.

Li dijî dagirkerî û îlheqê ku dewleta Tirk a dagirker, tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi tank, top û balafirên xwe li Kurdistanê dike, li dijî êrişên topyekûn em li her cihî berxwedana topyekûn bikin.

Li dijî artêşa Tirk a barbar û dagirker û dîktator Erdogan ku dixwazin erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê veguherînin gola xwînê û bi zilmê bifetisînin, em bang li mirovahiyê dikin ku rabe ser piyan û Kurdistanê biparêze.

Bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî ya li pêşberî faşîzma AKP-MHP’ê, hêzê dide dîktator Erdogan û dewleta Tirk a qirker. Kampa Mexmûrê ya ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye û Kurdên Êzidî yên li Şengalê bi dehan caran bûn hedefa êrişên çeteyên dewleta Tirk. Hêzên navneteweyî yên ku li pêşberî siyaseta kujer a dewleta Tirk bêdeng in hêzê didin dewleta Tirk a qirker. Bi vê bêdengiya xwe dibin hevkarê sûc.

Berxwedana mezin a gelê Kurd kir ku çeteyên DAÎŞ’ê yên barbar ji xaka Kurdistanê bê derxistin, bên têkbirin. Dewleta Tirk a dagirker ku di heman demê de têk çû, daxwaz û hêviyên xwe di ber de ma. Dewleta Tirk a dagirker niha jî hêza xwe bi temamî seferber dike û dixwaze Kurdan qir bike, dagirkeriyê pêk bîne.

Divê gelê me û dostên me, ji bo dawî li polîtîkayên kujer ên Tirkiyeyê û bêdengiya cîhanê bînin, li pêşiya saizyên navneteweyî, parlamentên xwecihî û navendî û saziyên çapemeniyê yên neteweyî çalakiyan pêk bînin.

Em li Ewropa, Kanada, Awûstlrayayê rabin ser piyan û xwedî li gelê xwe, nirxên xwe, rûmet û welatê xwe derkevin.

Bi navê KCDK-E’yê em bang li gelê Kurd, gelan hemûyan, hêzên şoreşger, demokrat, rewşenbîr, mûxalîf û alîgirên mirovahiyê dikin ku rabin ser piyan, li her cihî roja 15’ê Hezîranê saet di 17:00 de bi rengekî hevdem li Ewropa, Kanada û Awûstralyayê beşdarî çalakiyan bibin û berxwedanê mezin bikin.”