Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 15ê HEZÎRANÊ 2020 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, li navçeya Dêrsim Pûlûrê-Owacik dest bi operasyoneke berfireh kirine.

&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, li navçeya Êlih Sasonê, amedekariya operasyoneke berfireh dike.

&- Balafirên şer yên Dewleta Tirk, doh Mexmur, Şingal û Qendîlê bombarduman kirin.

&- Hevserokatiyê ya KCDK-E û Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanya -KON-MED)ê jî bi daxuyaniyên cûda êrişa balafirên şer yên Dewleta Tirk şermezar kirin.

&- Li Colemêrgê polîsên rejîma faşîst hewl didin li pêşiya meşa HDP’ê bibin asteng

&- Polîsên rejîma faşîst êrîşî girseya ku dixwestin daxûyanî bidin kirin û 13 kes binçav kirin.