Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand, bloka desthilatdariyê li dijî çareseriya meseleya Kurd a bi rêbazên aştiyane, demokratîk û diyalogê ye û destnîşan kir, yên ku ji hewldanên çareseriyê yên Ocalan aciz in, tecrîdê giran dikin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi komploya navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hate girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a li Girava Îmraliyê 22 sal in tecrîdkirî ye.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîdê bersiv da pirsên ANF’ê.
Li gorî vê yekê, “Bingeha 15’ê Sibatê berê hate avakirin; li gel siyaseta rojane, aqlê dewletê niha jî dixwaze meseleya Kurd bêçareserî bihêle. Armanca xwe ew e ku ‘ji bo mayindetiya dewlet û milet’ di asta bê kontrolkirin de bihêle. Di bingeha dewamkirina tecrîda li Îmraliyê de hesab û armancên bi heman rengî hene. Beriya her tiştî desthilatdariyeke welê heye, ku xwe ji neçareseriya meseleya Kurd xwedî dike û ev polîtîka bi rengekî eşkere pejirandiye. AKP’ê ku li ser bingeha heman polîtîkayên neçareseriyê bi Civata Gulen re koalîsyona desthilatdariyê ava kir, vê hevkariya desthilatdariyê niha bi rengekî eşkere û fermî bi MHP’ê re, bi rengekî fediyokî û nixumandî jî bi Ergenekonê re didomîne.”
DIXWAZIN DENGÊ OCALAN BIBIRIN
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku bloka desthilatdariyê li dijî çareseriya meseleya Kurd a bi rêbazên aştiyane, demokratîk û diyalogê ye û destnîşan kir, AKP ji bo desthilatdariya xwe bidomîne û dilê hevkarên xwe xweş bike, di meseleya Kurd de pişta xwe spartiye polîtîkayên ewlekariyê.
Buroyê bi bîr xist, ku ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve kengî polîtîkayên ewlekariyê ketibin dewrê, kengî meseleya Kurd ketibe nava girêka tundiyê, hingî tecrîda li Îmraliyê hatiye girankirin.
Li gorî buroyê, yên ku ji fikrê aştiyane û çêker, pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan aciz in, tecrîdê giran dikin. Yên ku operasyonên leşkerî û şer dixwazin, yên ku bi destê polîs û dadgeriyê bi hezaran mirov girtin, dixwazin dengê Ocalan bê birîn.
‘EM Ê RÛ BI RÛ BI RAYEDARÊN CPT RE RÛNÊN’
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo têkoşîna li dijî vê tecrîdê ku bêhiqûqiyeke mezin e, hem li Tirkiyeyê hem jî li qada navneteweyî ji aliyê îdarî û dadgerî ve gelekî hewl da, serlêdan kir û hîn jî dike. Buroyê têkildarî mafê axaftina bi telefonê, şandin û wergirtina nameyan, hevdîtina bi malbatê û parêzeran re li hiqûqa navxweyî gelek caran serlêdan kirin û têkildarî mercên pêvajoya şewbê jî ji bo tevdîr bên wergirtin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û îdareya Îmraliyê dane.
Ji bo li dijî şewbê tevdîr bên wergirtin, her wiha astengiyên li pêşiya mafê axaftina bi telefonê û hevdîtina bi malbatê û parêzeran re bên rakirin buroyê di 16’ê Nîsanê de careke din serî li CPT da. Buro li benda encama vê serlêdanê ye û dema ku şert û merc bê afirandin wê van daxwazên xwe bi hevdîtina rû bi rû ya bi rayedarên CPT re ragihîne.
‘HIQÛQ KÊMCARAN TÊ BICIHANÎN’
Hevdîtina herî dawî ya bi Ocalan re di dawiya Sibatê de bi malbata wî re pêk hat ku ji ber şewata li Îmraliyê ji bo bidawîkirina fikarên raya giştî hevdîtineke neçarî bû. Ji ber şewbê bi heman armancê di 27’ê Nîsanê de destûr hate dayin ku malbat carekê bi telefonê pê re biaxive. Ev axaftina bi rêya telefonê ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve cara yekê bû ku pêk hat. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ev hemû bi bîr xist û diyar kir ku li Îmraliyê pêkanîna hiqûqê bûye ‘rewşeke îstîsnayî’, kêm caran tê bicihanîn; tenê di dema şewatê, şewbê û rewşeke lezgîn a mîna wan de ji neçarî ‘hiqûq’ tê bicihanîn.
CIVAKÊ BI TEMAMÎ ELEQEDAR DIKE
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku ji bo aştiya civakî, bêdengiya li pêşberî tecrîda li Îmraliyê gelekî metirsîdar e û destnîşan kir, ku civak wê teqez neçar bimîne ku karesata hiqûqê ya li Îmraliyê rû bi rû bimîne. Buroyê ragihand, “Tirkiye ji dewleta hiqûqê gelekî dûr ketiye. Lewma em li bendê ne ku raya giştî li ber tecrîda li Îmraliyê rabe û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide. Bi sîstema tecrîdê û bêhiqûqiyê wê re, polîtîkayên neçarseriyê yên meseleya Kurd -aborî jî di nav de- encamên wê, civakê bi temamî eleqedar dike.”