Komîteya Mafên Mirovan a KNK’ê êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tundî şermezar kir û bang li hikumeta Iraqê, hikumeta herêma Kurdistanê û saziyên mafên mirovan kir.
Komîteya Mafên Mirovan a KNK’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer di şeva 14-15’ê Hezîranê de 81 êriş biriye ser deverên cuda yên herêma Başûrê Kurdistanê û xelkê sivîl kiriye hedef.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Yek ji deverên ku bû hedefa êrişê kampa penaberan a Mexmûrê ye ku beriya niha jî hatibû bombekirin. Kampa Mexmûrê ku bi dehan sal e bi hezaran xelkê sivîlên awareyê deverên Bakurê Kurdistanê tê de nîştecih in, di bin parastina fermî ya rêxistiyên Neteweyên Yekgirtî de ye. Di esas de ew xelk ji egerê şer û nearamiya deverên wan qesta Başûrê Kurdistanê kiribûn. Di heman dem de ev bû heyama salekê ye ji alî desthilata Başûrê Kurdistanê ve dorpêça aborî li ser vê kampê danaye.
Armanceke din a vê êriş û bombardûmanê bo ser devera Şengalê bû ku tê de ji bilî cih û warên sivîlan nexweşxaneyek jî kiriye armanc, ziyaneke mezin a madî lê bûye, 4 nexweşên li nexweşxaneyê jî bi giranî birîndar bûne. Şengal devereke, piranîya xelkê wê ji Kurdên Êzîdî bawer in. Ev hemû çend sal in ji bin dest û sîstema Dewleta Îslamî (DAIŞ) ê rizgar bûne. Di proseyeka komên teroristî de bi hezaran ji xelkê wê hatin qetilkirin, qirkirin.”
Komîteya Mafên Mirovan a KNK’ê destnîşan kir ku ev êriş û bûyerên han li dijî mafên mirovan û qanûnên berkar ên navdewletî ne û diyar kir, “Lewma pêwîste bi tundî bêne îdanekirin, her weha hemû rêxistin, saziyên mirovdost û aştîxwaz û dewleta Iraqa federal, parlament û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê ku vê destdirêjî û êrîşên dewleta Tirkiya bo ser xelkê sivîlê kampa Mexmûr û navçeya Şengalê îdane bikin û helwestên pêwîst bigirne ber, ji bo dawîanîna li van êrîşên dewleta Tirkiyeyê.”
Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin kirin:
“Destê hevkarî, avakirin û sexbêriya kampa Mexmûr û Şengalê dirêj bikin û di paşerojeka nizîk da Xelkê wan vegrine ser cih û warên xwe û kêm kêmî wan ji gef û êrîşên dewleta Tirkiyeyê û terorîstên bi nav Îslamî biparêzin.
Hewlên ciddî ji bo vegerana ser maseya diyalogê di navbera nûnerên Tirkiyeyê û Kurdan bête dan, heta ku ev milmilane û şer û kuştarî ya dirêjxayen bi aştiyane çareser bikin.”