Li navçeya Soderhamn a Swêdê, xwendekarên du dibistanên seretayî, ji bo malbatên Amedî yên ku vîrûsa Covîd-19 bandoreke giran li wan kiriye, di çarçoveya kampanya dostaniyê de hewl didin 20 hezar kronî kom bikin.

Soderhamn navçeyeke biçûk e ku li bakurê Swêdê ye. Xwendekarên polîsên 7 ^9’an ên dibistanên seretayî yên Vågbroskolan ve Stenbergskolanê, ji bo alîkariyê bidin 10 malbatên li Amedê ji ber vîrûsa koronayê tengav bûne, seferber bûn.

Xwendekar hefteyê rojekê li zeviyan, kargehan an jî karê paqijiya hawirdorê dikin û pereyê ku qezenç dikin ji bo kampanyayê didin hev. Bi temambûna kampanyayê re pereyê ku bên komkirin wê ji bo 10 malbatên li Amedê bên dabeşkirin.

Felîcîa Andersson ku li rojnameyeke xwecihî ya navçeyê dixebite, hewldana piştevaniyê ya xwendekaran a ji bo gelê Kurd xist rojevê.

Ji xwendekaran Rawan Radhîson ji rojnameyê re axivî û got, “Ji bo min gelekî watedar e ku ji bo mirovên pêwîstiya xwe pê heye bixebite.”

Xwendekara pola 8’an a Vågbroskolanê Alma Hansson li zeviyên li Trönöyê dixebite. Bêyî ku zerarê bide hawirdorê hewl dide vê yekê bike.

Hansson got, “Bi dîtina min dema ku mirov bibe alîkar ev yek gelekî girîng e.”

Rojnameyê ragihand ku kampanya piştevaniya bi gelê Amedê re ji aliyê komÎteya Piştevaniya Kurdistanê û Însiyatîfa Soderhamnê ve hatiye destpêkirin.