Merasîmê bîranîna şehîdên enternasyonalîst li goristana Şehîd Xebat Dêrik bi amadbûna malbatên wan ku ji Holenda û Bîrtanyayê hatine Rojava hate lidarxistin.
Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.
Piştî deqeyeke rêzgirtinnnê fermandarê Hêzên Enternasyonalîst Aştî Avaşîn axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û hatina wan a ji bo Rojava silav kir.
Ji fermandarên YPG‘ê Delîl Rojava jî axivî û ev tişt anî ziman: “Tevgera me tevgera şehîdan e, bingehê serkeftinên me şehîd in, şehîdên enternasyonalîst ên ku hatin Rojava û şerê terorê kirin, ji bo parastina azadiya gelan û nirxên mirovahiyê şehî bûne, serkeftinên ku hatin bidestxistin berhemên ked û xwîna şehîdan e.”
Delîl Rojava di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Şoreşa Rojava berhemên felsefeya Rêberê Gelê Kurd e, ku banga biratî, hezkirin û jiyana hevbeş kiriye, lewra jî van şehîdan armancên xwe di vê felsefeyê de dîtin û cihê xwe di nava şoreşê de girtin.
Hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Hesen Ubeyd jî axivî û wiha bi lêv kir: “Baweriya me ya bi ramanê rêberê netewî Abdullah Ocalan û xeta şehîdan em gihandin vê pêvajoya dîrokî. Li ser vê esasî em soz didin rêbertî û şehîdan ku em ê tevahî Bakurê Sûriyeyê ji çete û dagirkeran rizgar bikin.”
Malbatên şehîdên enternasyonalîst diyar kirin ku ew bi şehadeta zarên xwe serbilind in û tekez kirin ku zarên wan riya azadî û rûmetê pejirandina, her wiha soza dan ku ew xeta şehîdan bişopînin û piştgiriya bidin şoreşên gelên bindest.
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdên enternasyonalîst hatin xwendin.
Şehîdên hatin bi bîranîn”Gîvara Rojava, Baran Sason, Kendal Ramon, Lêgerîn Çiya, Rustem Cûdî, Albêrt, Harûn Katon, Gabar Legîonnaîre”.
Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.