Leşkerên Tirk li 15 gund û gundikên navçeya Tetwan a Bedlîsê, bi hinceta operasyonê derketina derve ‘qedexe’ kir.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, li gundên Kisikli, Kepenek, Sûboyû, Dîrlîk, Aktoprak, Donertaş, Boblesur, Sallica, Teknecîk, Beşîklî, Saridal, Yorgalar, Yûmrûkaya, Ûçankûş û Çorekliyê û gundiyên wan ‘qedexeya derketina derve’ hatiye ragihandin.

Nehate eşkerekirin ku qedexe wê kengî bi dawî bibe. Li gorî daxuyaniya artêşa dagirker, “heta fermaneke duyemîn” wê bidome.