4 sal di ser çalakî û şehadeta Arîn Mîrkan re derbas bûn ku di berxwedana Kobanê de şehîd bûbû. Di encama vê çalakiyê de hemû êrîşên dagirkeran û çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin. Çalakiya Arîn Mîrkan li girê Meştnûrê bû çavkaniya hêz û moral û berxwedanê û bi serkeftina Miştenûrê moral û motîvasyona şervanan zêde kir.
Berxwedana Kobanê bi pêşengiya şervanên YPJ û YPG‘ê li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê û teknîka pêşketî mohra xwe li dîrokî da. 5‘ê Cotmeba 2014‘an, li girê Miştenûrê şerekî giran rû da, çeteyên DAIŞ‘ê bi çekên giran û tankan êrîş dikir, di navbera çeteyên ku ketibûnê û şervanên YPG/YPJ’ê de şer giran bû. Şervanan li hemberî êrîşa giran bi lehengî bi rojan li ber xwe da. Fermandara YPJ’ê Arîn Mîrkan pir bi hêrs dibe ku girê Miştenûr kete bin kontrola çeteyan û dibêje divê derbên mezin li çeteyan werin xistin.
Têkoşer Arîn, bi biryardariyeke mezin xwe ji çalakiyê re hazir dike û dikeve nava çeteyan, li wir bombeyê bi xwe ve diteqanîne û bi dehan çeteyan dikuje.
Bi çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan helwest û israra şervanên YPG û YPJ‘ê ya xeta berxwedanê û parastina nirxên mirovahiyê xurt bû. Çalakiya Arîn Mîrkan, cewherê rastiya jinan ji tevahî cîhanê re nîşan da.
Têkoşer Arîn Mîrkan bi nasnav Dilar Gencxemîs sala 1992‘yan li gundê Hesê yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ji dayik dibe û sala 2007‘an tev li refên tevgera rizgariya Kurdistanê dibe. Dilar bi pêvajoya şoreşa Rojava re vedigere Rojava û cihê xwe di nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) digire û navê Arîn Mîrkan li xwe dike.
Arîn Mîrkan dide ser şopa şehîdên fedekar Rêvana, Destîna, şehîdên Serzorî û girê Dolî ku bûne sembolên fedayetî li hemberî hişmendiya baviksalar û rêyên jinên Rojhilata Navîn ronî kirin û navên xwe bi tîpên zêrîn di dîroka bexwedanê de nivîsandin.
Bi boneya salvegera 4‘emîn a çalakiya têkoşer Arîn Mîrkan, hevala wê Gulan Sason ji ajansa me re qala çalakiyê û bandora wê li ser jinên Rojava û tevahî Rojhilata Navîn kir. Sason wiha dibêje: “Têkoşer Arîn bi rihê fedayetî û welatparêzî dihat naskirin, rihê berpirsyariyê li gel wê xurt bû û bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan bawer bû, xwedî îradeyeke ji pola bû, bi moraleke mezin li ber xwe dida.”
Gulan Sason di berdewama axaftina xwe de dibêje ku Arîn Mîrkan ji bo şervanan çavkaniya hêzê û moralê be.
Kêliyên beriya çalakiyê
Sason behsa kêliyên ku têkoşer Arîn Mîrkan li ser girê Meştenûrê çalakî kir, diaxive û destnîşan dike ku Arîn Mîrkan li eniya pêş şerê dijminên mirovahiyê dikir û li milekî din parastina hevalên xwe dikir û wiha didomîne: “Beriya çend saetan ku hevala me Arîn çalakiya xwe bike, me li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê bi hêrs şer dikir û me hemû hewldanên wan ên derbasbûna navenda bajarê Kobanê şikandin, heta cebilxaneyên me xilas bûn. Heval Arîn ji min xwest ku biçim ceblixaneyê bînim, çend gav min avêtin, ji nişkê ve dengê bombeya destan hat. Min texmîn kir ku hevala min Arîn şehîd bû. Ez vegeriyam, lê min dît li pêş zinarekî xwe veşartibû û rûyê wê bi ken bû, bi toz bû. Gazî min kir û got derdora xwe kontrol bikin û li guleyên çeteyan baldar bin. Min li pêşiya xwe mêze kir ku hevala me Arîn êrîş şikandiye û gelek çete kuştine.”
Gulan di berdewama axaftina xwe de diyar dike ku piştî çend saetan ji wê bûyerê ew ji serê xwe birîndar dibe û ji eniyê diçe da ku xwe derman bike û Arîn berxwedana xwe didomîne, heya ku çalakiyeke fedayî pêk tîne.
Çalakî morala şervanan bilind dike
Agahiyên çalakiya Arîn Mîrkan zû belav dibin, ev yek hêz û morala şervanên YPJ û YPG‘ê bilind dike. Rexmî ku şer derbasî kolanên bajêr dibe ku bi dehan şervanên mîna Arîn Mîrkan berxwedan domand û di nava 134 rojan de çeteyên DAIŞ‘ê ji Kobanê qewitandin.
Kobanê 26‘ê Çileya 2015 ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar bû. Serkeftina Kobanê ji bo DAIŞ‘ê û alîgirên wê derbeyeke mezin bû. Niha jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi heman rihî şerê li hemberî terora DAIŞ‘ê li gundewarên Dêrazorê didomîne.
Çalakiya Arîn Mîrkan bingeha berxwedanê danî, li şer şopa wê xelekeke din a fedayî zêde bû ku Avesta Xabûr bi heman giyanî li dijî hêzên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê yên ku êrîşî Efrînê kiribûn, çalakiyeke fedeyî pêk anî.
Çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan berhema çalakiya têkoşer Zîlanê (Zeynab Kinacî) bû ku 30‘ê Hezîrana 1996‘an li Dêrsimê li hemberî leşkerên Tirk pêk anîbû û bûye sembola jinên azad. Bi rihê Zîlan, Arîn û Avestayan jinên Rojava xeta têkoşînê didomînin.