Operasyona Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, li navçeya Amed Licê û Sêrtê bi hemû dijwariya xwe dewamd ike.

Walîtiya devleta Tirk a dagirker ya li Amedê jî, gundê girêdayî Licê Çemê Alika, tevlî lîsteya gundên qedexekirî kir. Hat diyar kirin ku leşkerên Tirk yên dagirker, 5 roj in di nava gundê Çemê Alika de ne, zext û zorê li gundiyan dikin.

Walîtiya Tirk ya Amedê jî, ji sedema ku di 2 Cotmehê de şer derket, gundê Çemê Alika jî tevlî lîsteya gundên qedexekirî kir. Leşkerên dagirker jî, avêtin ser gelek malan, Mehmet Nergiz û kurê wî Ahmet Nergiz, bi êşkenceyê destgîrkirin.
Gundiyan dazanîn ku, lêşkeran Mehmet Nêrgîz û kurê wî birin û ti agahî ji wan nayê girtin. Leşker dibêjin ew ê 15 rojan di nava gund de bimînin û ewlekariya can û malê wan tune ye.

Riya ketin û derketina gund jî hatiye girtin.

Li aliyê din Operasyona leşkerî li Sêrtê jî, li navend û navçeya Tilo bi hemû dijwariya xwe dewam dike.
Çavkaniyên heêrmî diyar kirin ku, operasyon li taxên Elmacik, Kargacik, Erenler, Alkûmre û gundên Çinarlisû, Hantrat, Akyayla û Taşbalta yên navçeya Tilo û gundê Koçlu yê navenda bajêr û li derdora gundên Ekmekçiler û Bayraktepe dewam dike.
Niştecihên heêrmî jî diyar kirin ku, walîtiya Tuirk ya li Sêrtê, qedexeya li van gundan rakir, lê leşkerên dagirker jî operasyonek dijwar li van gundan didomînin.