Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Heîlbronnê pêk hat, gelek kes tevlî bûn.

Di civînê de endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn û Xeyrî Garzan, Sîphan Şahîn û Agirî Qendîl ên ji ber êrişên hewayî yên balafirên şer ên Tirk şehîd bûn hatin bîranîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê sînevîzyon hate nîşandan.

Bavê Xeyrî Garzan bi rêya telefonê ji Kurdistanê ji beşdaran re axivî û got, “Xeyrî şehîdê me yê duyemîn e. Ez li ber wan nakevim, ez serbilind im ku bavê du şehîdan im.”

Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.