Li Êlihê hejmara mirovên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin bû 18 kes.

Li Êlihê jendermeyên Tirk serê sibehê avêtin ser navenda bajêr û hin gundan.

Di serdegirtinan de Hevşaredara Bajarokê Awîskê Hatîce Taş, endamê Meclîsa Şaredariyê Tahsîn Yildirim, xebatkarên şaredariyê Huseyîn Taş, Cemal Dogan, Ekrem Evrûz û Bayram Ozalp jî di nav de 18 kes hatin destgîrkirin.

Têkildarî 18 kesên hatin destgîrkirin û li Fermandariya Jendermeyan a Êlihê ne biryara girtîhiştina 4 rojan hate dayin.