Berdevkê Konseya Ewlekariya Navendî ya dezgeha hikûmetê Cavîd Faysal li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got: “Hefteya borî bû hefteya herî bi mirin a 19 salên dawî. Talîbanan li 31 parêzgehan 422 êrîş pêk anî û di van êrîşan de jî 291 endamên ewlekariyê mirin, 550 jî birîndar bûn.
Faysal domdarî got: “Gotinên Talîbanan ên kêmkirina şidetê naveroka wan valan e, çalakiyên wan bi gotinên wan ên şatiyê ji hev nagirin.”
Talîbanan nerazîbûn nîşanî hejmara ku hikûmetê parvekiriye da. Berdevkê TalîbanZabîhûllah Mucahîd ê ji AFP’ê re axivî got: “Dijmin bi raporên wiha sexte parve dikin zererê didin pêvajoya aştiyê û muzakereyên di navbera Talîbanan de.”
Mucahîd anî ziman ku hikûmetê berê niha jî windahiyên hê girantir dabûn û got: “Lê îro bi zanabûn ji bo xapandina raya giştî û ji bo pêvajoyê direng bixe kuştina 10-50’yan weke 500 dide nîşandan.”
Tevî vê jî diyar dikin ku nêzî muzakereyê bûne. Serokkomar Eşref Ganî ragihand ku di çarçoveya peymana Talîbanan a li gel DYE’yê wê 5 hezar girtiyên Talîban berdin. Divê Talîban jî nêzî hezar leşker û polîsan berde.
Rayedarên Efganî nêzî 3 hezar endamên Talîbanan berda, tê payîn ku 2 hezar kes din jî berdin. Peymana di navbera Talîban û DYD’yê de hate kirin dawiya meha Sibatê de li Daho hate îmzekirin, lê rêveberiya Kabîlê ev yek erê nekiribû. Talîbanan diyar kir ku 2 hezar endamên din berdin amade ne ku muzakereyên aştiyê bidomînin.