Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Roj Baş
Îro 22ê HEZÎRANÊ 2020 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan, got, dixwazin di navbera Lêlîkan û Heftanînê de herêmeke tampon ava bikin. Divê gelê me yê başûr zanibe; Cenga Heftanînê wê veguhere berxwedaneke dîrokî.”

&- Yekîneyên Tevgera Şoreşgerî ya Yekîtiya Gelan TŞYG, li Dîlokê çalakî lidar xistin: 4 leşkerên artêşa tirk a dagirker hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

&- Înîsiyatîfa Zarokên Agir, bi daxuyaniyekê, destnîşan kir ku wan li Mersîn û Balikesîrê 2 deverên artêşa Tirk a faşîst, din jî şewitandine.

&- Berdevka HDPê Ebrû Gûnay got, li hemberî êrîşên desthilata AKP û MHPê, yekîtiya Kurd, xwedî wateyeke girîng e.

&- Endamê Komîteya Zindanê ya PKK’ê Pîro Dêrsim, di bernameya taybet ya radyoya me Dengê Welat axivî û got:Faşîzm ne bi hilbijartinê, bi berxwedanê têk diçe