Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 23ê HEZÎRANÊ 2020 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê destpê dike, niha jî çend sernûçeyên me
Dûran Kalkan, bi taybetî li ser dagirkeriya dewleta Tirk sekinî û û got; Yên dibêjin em ê PKK’ê bi qedînin bila li Kenan Evren binêrin. Wê Heftanîn ji Zapê xerabtir bibe.
&- Li Heftanînê hêzên gerîlla darbeyeke dîrokî li artêşa Tirk dan, 34 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin, 2 helîkopterên kobra hatin darbekirin.
&- Li gundên herêma Çiyayê Cûdiyê operasyona eskerî didome
&- Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Arjîn Amed ya YPS’ê, detsnîşan kir ku li 5 bajaran, Stenbol, Mereş, Îzmîr, Sakarya û Çorûmê li dijî dagirkeriyê çalakî kirin.
&- Polîsên Dewleta Tirk, êrîşî parêzer û serokê baroyan kirin û Hevseroka OHD’a Enqerê Şevîn Kaya jî di nav de gelek serokên Baroyan darb kirin, li erdê kaş kirin.
&-Partiyên Yekîtiya Nîştimanî yên Kurd (PYNK) diyar kir ku xebatên ji bo yekîtiya netewî tên kirin ji bo berjewendiyên hemû gel in, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku biratiya gelan û Sûriyeke demokratîk ava bikin.