Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebu Adil besiv da daxuyaniya Serokomar Erdogan a dê li Minbicê operasyon li dar bixin û got: “Meclîsek bajêr birêve dibe heye. Ev meclîs ji minbiciyan pêk tê. Em ji ewlehiya gelê xwe berpirsyar in. Ev mavê me yê rewa ye.”

Tirkiyeya ku di polîtîkaya Sûriyeyê de têk diçe, niha jî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derdikeve her platformê û Minbic û Bakurê Sûriyeyê hedef dide nîşandan. Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Adil bersiva daxuyaniyên Erdogan da.

Adil got ew bi koalîsyona navnetewî re tevger dikin û got: “Me ji bo ewlehiya Minbicê civînan li dar xist. Daxuyaniya operasyona li dijî Minbicê diyar dike ku ew hêzên çektar li Idlibê tengezar bûne. Viya bi arastebûnkirina Rûsya pêk tê. Tirkiye dîsa qertê Minbicê derxist. Meclîsek xwe birêve dibe heye. Ev Meclîs ji minbiciyan pêk tê. Hemû alî jî vê yekê baş dizanin. Em ji ewlehiya gelê xwe berpirsyarin. Ev mafê me yê rewa ye. Kes nikare viya berevajî bike. Em ê axa xwe ne terikînin.”