Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 29ê HEZÎRANÊ 2020 DUŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd got; “Mûxatabê yekane Birêz Ocalan e.”
&- Gerîlayên HPG û YJA-STAR”ê doh bi şev jî li Heftanînê hêzên Tirk ên dagirker xistin, herî kêm 5 eskerên dagirker kuştin.
&- Navenda Ragihandina HPGê, diyar kir ku Berxwedana dîrokî ya hêzên Gerilla, li dijî êrîşên Artêşa Tirk ya dagirker bi hemû dijwariya xwe dewam dike, di çalakiyên gerîlla de 10 leşker hatin kuştin.
&- Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên meha Hezîranê Zîlan, Sema û Gulan bi bîr anî